Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PAJK: Hêzên komploger li hemberî sekna berxwedêr a Rêber Apo têk çû 14.02.2021

 

SALVEGERA KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ
PAJK: HÊZÊN KOMPLOGER LI HEMBERÎ SEKNA BERXWEDÊR A RÊBER APO TÊK ÇÛN

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê-PAJKê bi rasthatina salvegera 22’yan a komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de şehîdên Pêngava “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” hatin bibîranîn.

PAJK’ê berxwedana Rêber Apo a li dijî komplogeran destnîşankir:

Di dîroka hêzên komploger de, komploya 15’ê Sibatê ya herî mezine ku li dijî ti pêşeng û rêberî nehatiye kirin.

Ev komplo, di şexsê Rêbertiya me de, li ser jinan tevgera azadiyê, gelê Kurd û tevahî mirovahiyê hat kirin.

Dîsa jî hêzên komploger, li hemberî sekna berxwedêr a Rêber APO di pîlangeriyên xwe de têk çûn.

Ji ber vê yekê di van 22 salên borî de gelek caran serî li şer, pîlangerî û qirkirina gelê Kurd dan.

SALVEGERA KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ
PAJK: BERXWEDANA LI GARÊ YA GERÎLA BIRYARDARIYA KURDISTANA AZAD E

Di daxuyaniya PAJK’ê de weke mînaka sereke, tecrîda her roj li Îmraliyê li dijî Rêber Apo tê girankirin hat destnîşankirin.

Ev yek weke nûkirina komployê hat nirxandin, têkoşîn û berxwedana li hemberî vê yekê hat destnîşankirin.

Rêber APO, ev şer weke şerê cîhanê yê sêyemîn bi nav kir.

Weke şerê di navbera şaristaniya demokratîk û şaristaniya kapîtalîst de tê kirin pênase kir.

Di van rojên salvegera komployê de dewleta Tirk bi êrişa li dijî herêma Garê careke din peyama dagirkirina Kurdistanê û nûkirina komployê da.

Dewleta Tirk li hemberî vê yekê li berxwedaneke dîrokî ya gerîlayan re rû bi rû ma.

Ev biryardarî û berxwedana gerîla, berxwedan û biryardariya Kurdistana azad e.

Di serî de gelê me yê li Başûr bi taybetî jin, divê li hemberî vê dagirkeriyê bibin xwedî helwest.

SALVEGERA KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ
PAJK: AZADKIRINA FIZÎKÎ YA RÊBER APO BERPIRSIYARIYA DÎROKÎ YE

Di daxuyaniya PAJK’ê de girîngiya Pêngava Dem Dema Azadiyê ye hat destnîşankirin:

Rêber APO, ji bo Îmraliyê wiha gotibû; “Ev der çala mirinê ye. Pergala li vir her roj tê wateya îdamkirina min.”

Heya ku Rêber APO, li Îmraliyê bê ragirtin, ev tê wateya ku jinên azadîxwaz û tevahî mirovahî ji azadiya xwe bê par in.

Di serî de em jin û ciwanên Kurd di ferqa wê yekê de bin, ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo berpirsiyariya dîrokî ye.

Di sala 23’emîn a berxwedan û tekoşîna dîrokî ya Rêber APO de weke tevger û gelê Kurd ji bilî mezinkirina tekoşînê rêyeke din li pêşiya me nîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv