Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PAJK: 14’ê Tîrmehê destpêka vegera li cewhera xwe ya gelê me û jinan e

 

SALVEGERA 39’AN A 14’Ê TÎRMEHÊ
PAJK: 14’Ê TÎRMEHÊ DESTPÊKA VEGERA LI CEWHERA XWE YA GELÊ ME Û JINAN E

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê-PAJK’ê têkildarî salvegera 39’an a 14’ê Tîrmehê daxuyaniyek da.

PAJK’ê di şexsê Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de şehîdên têkoşîna azadiyê hemû bi bîr anîn û got:

Em berxwedana Rêber Apo ya bi dilsoziya bi şehîdan re pêşxistî, berxwedana hevrêyên xwe yên li zîndanan û şerê gerîla silav dikin.

Di daxuyaniyê de behsa çanda berxwedanê ya gelê Kurd hat kirin, ku bê çawa bi avakirina PKK’ê re veguherî têkoşîna gelekî şoreşger.

14’ê Tîrmehê li dijî dewleta Tirk a dagirker û qirker, li Kurdistanê ji bo gelê me û jinan bû destpêka vegera li cewhera xwe.

Gelê Kurd ji bo afirandina jiyaneke bi rûmet û xwedî nasnameyeke azad, ev berxwedan da ser milê xwe.

Di vê oxirê de keç û xortên xwe yên herî bedew dan axê.

Berxwedana bi pêşengiya Xeyrî û Sarayan, tovê şerê gel ê şoreşgerî reşand ser Kurdistanê.

Şîyara “Berxwedan Jiyan e” li Kurdistanê bû bingeha felsefeya jiyana azad.

SALVEGERA 39’AN A 14’Ê TÎRMEHÊ
PAJK: RUHÊ 14’Ê TÎRMEHÊ DEWLETA TIRK Û HEVKARÊN WÊ TÊK DIBE

PAJK’ê destnîşan kir, ku îro bi vî rihî û seknê li Zap, Metîna û Avaşînê gerîla li dijî dewleta Tirk û hevkarên wê berxwedaneke mezin dikin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku dewleta Tirk bi zihniyeta darbeya faşîst a 12’ê Îlonê êrişa herî mezin jî li dijî Rêber Apo dike.

Bê çawa li dijî darbeya 12’ê Îlonê û faşîzma wê berxwedaneke dîrokî hat kirin…

Îro jî li dijî êrişên topyekûn, tecrîda giran û pîlanên tasfiyekirinê, bi rihê 14’ê Tîrmehê berxwedaneke topyekûn tê kirin.

Tevahiya hevrêyên me yên li zîndanan, gel û gerîla li ser şopa vê berxwedana dîrokî şer û têkoşîna manûnemanê dikin.

Gerîlayên HPG û YJA-Starê bi sekna berxwedêr a Kemal, Xeyrî, Akîf û Alî Çîçekan û rihê têkoşer ê hevrê Sara, li Zap, Metîna û Avaşînê li ber xwe didin.

Heke îro dewleta Tirk tevî derfet û piştgiriya ji bo wê tê dayîn jî nikare biserkeve, ev bi saya ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê ye.

SALVEGERA 39’AN A 14’Ê TÎRMEHÊ
PAJK: JI BO SERKETINÊ ERK Û BERPIRSIYARIYÊN DÎROKÎ DIKEVIN SER MILÊN ME

Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê destnîşan kir, ku di sala 39’an a berxwedana 14’ê Tîrmehê de qonaxeke nû ya têkoşînê di meriyetê de ye.

Di sala 40’î de erk û berpirsiyariyên dîrokî dikevin ser milên me.

Êrişên berfireh encex bi mezinkirina ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê dikarin werin têk birin.

Derfet çi dibin bila bibin, em milîtan, qedro û partiya Rêber Apo, weke paşiyên xeta berxwedêr a 14’ê Tîrmehê, em ê li ber xwe bidin û serfiraziyê bi dest bixin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv