Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Omer: ‘Hêzên navnetewî bi berpirsyariya xwe ranabin’

 

Hevserokê Daîreya Karê Derve ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê Evdilkerîm Omer diyar kir derheqê darizandina DAÎŞ’iyan û kampan hêzên navnetewî bi berpirsyariya xwe ranabin û got, ‘’rewş pir cidî ye.’’’

Hevserokê Daîreya Karê Derve ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê Evdilkerîm Omer diyar kir li ser mijara darizandina DAÎŞ’iyan û malbatan ew tenê hatine hiştin, dosyaya DAÎŞ’iyên li girtîgehan û kampan dosyayeke giran e, bi tena serê xwe nikarin heq ji vê derkevin û got,’’Raya giştî ya navnetewî divê bi me re alîkar be. Ya pêşî, ji bo ku çeteyên DAÎŞ’î bêne darizandin alîkarî nayê kirin .Ya dî ji bo malbatên DAÎŞ’î (jin û zarokên li kampan dimînin) alîkarî nayê kirin. Em tim bang dikin ku divê dadgeh were danîn, DAÎŞ’î werin darizandin û wan bibin lê kesî alîkarî bi me re nekiriye.  Jin û zarokên li kampan talokeyeke mezin e. Hebûna wan a li kampan tê maneya ku DAÎŞ’î kirasekî nû ji xwe re bibinin.  Bi hişmendiya terorê kirasek li wan hatiye kirin. Ew zarok bi kînê têne mezinkirin. Heke rewş wiha bidome wê kambax be.’’

Omer diyar kir li Kampa Holê ku jin û zaroyên DAÎŞ’iyan lê dimînin ji kontrole derketiye, tim rûdanên kuştinê lê dibin, DAÎŞ’î ji wir têne revandin, kon têne şewitandin û got, ‘’Ji ber vê divê dosya were hazirkirin. DAÎŞ neqediyaye, teror jî.’’

Omer bi domdarî got, ‘’Bi salan e ku em ji raya giştî re dibêjin Kampa Holê bombeyek e. Bombeyeke wiha ye ku kesek nizane bê ka wê kengî biteqe. Heke ew bombe biteqe wê bandora xwe tenê li me neke, bandorê li ser hemû cîhanê bike.’’

Omer bi berdewamî diyar kir 30’ê Hezîranê wan li ser mijara rewşa Kampa Holê û girtîgehan bi nûneren Wezareta Karê Derve ya Ewropayê, Nûnerên Wezareta Karê Derve ya Emerîka û Kanadayê re civîneke online ya bi tevlêbûna 50 kesî kirine û got, ‘’Me got divê her welat welatiyê xwe bistîne. Em bi serê xwe nikarin heq jê derkevin. Rast e, ev pirsgirêk li vir e lê ne tenê pirsgirêka me ye. Pirsgirêkeke navnetewî ye. Yên ku welatiyên xwe nabin jî me xwest ku alîkariyê bidin me .Ev jî nehate kirin.’’

Omer her wiha got piştî civîna 30’ê Hezîranê nûnerên karê derve yên welatan jî di nav xwe de civîn kirine, nîqaş kirine ku gavan bavêjin lê heta niha gavên ku têne xwetin neavêtine û got, ‘’Divê ev gava radîkal were avêtin.’’

Têkilî Kampa Rojê jî Omer agahî da, diyar kir li Kampa Rojê li gorî ya Holê rewş baştir e lê van rojên dawî li wir jî problem çêbûne û got, ‘’Heke wiha bidome rewşa li Kampa Rojê jî wê weke ya Kampa Holê be. Ji ber vê em dibêjin ev problem li vir e lê probleme navnetewî ye .Ji ber vê em dibêjin civaka navnetewî û welatên ku welatiyên wan li vir in em bi hev re vê probleme çareser bikin. ‘’ Omer her wiha got wan gelek caran xwestine li ser problema DAÎŞ’ê, jin û zarokan konferanseke naventewî li dar bixin, ji bo ku DAÎŞ’î bêne darizandin û jin û zarok werin teslîmkirin lê di vê hêlê de jî destekek nedane.

Omer diyar kir ji bo ku zarokên balix bi hişmendiya DAÎŞ’ê neyên perwerdekirin wan malên islahkirinê ava kirine, li van malan 500 zarok hene bi çeteyên din ên DAÎŞ2ê re na lê bi hev re dimînin û got, ‘’Li er mijara ku ev zarok ji nû ve werin perwerdekirin, ji avakirina navendan me ji raya giştî ya navnetewî destek xwest. Navendeke me ya bi navê Holî heye. Li wê navendê zarok têne perwerdekirin .Bi rastî encamên baş jî derketin. Niha armanca me ew e ku em 10-15 navendên wiha ava bikin. Ji berk u zarokên li malên islahê û li kampan mezin dibin ji ber perwerdeya ku distînin talokeyeke mezin in.’’

Omer bi berdewamî rapora Rêxistina Efûyê ya Navnetewî bi bir xist, diyar kir ku wan tiştên ku Rêxistina Efûyê gotine beriya wan goitne. Omer got, ‘’Rewşa zarokan pir xirab e û guneh in. Ti sûcê wan nîne, sûc ê dê û bav e. Ji pêvajoyeke giran derbas dibin. Bi hişmendiya terorê têne mezinkirin. Mesele giran e. Em jî ji vê pir aciz in. Bi welatên ku welatiyên wan in tim didin û distînin. Em dixwazin ku hemû werin û bi berpirsyariya xwe rabin.’’

Li ser rewşa zarokan Omer got, ‘’Divê her kes were wan zarokan û jinan bibe welatê xwe, wan perwerde bikin û bi civake bidin qezenckirin .Heke wiha nekin jî ji bo ku em karibin zarokan perwerde bikin bila destekê bidin me. Em wan ji wê atmosfera radîkal derxin. ‘’

Omer diyar kir li ser darizandina DAÎŞ’iyan heta niha ti gav nehatiye avêtin, heta niha li ser vê mijarê ti encam nestandine û got, ‘’Bi vî rengî ti caran encameke dernayê. Êdî sûc e ku DAÎŞ’î ev qas dema dirêj e li cem me ne û nehatine darizandin. Welatên wan ne ji bo ku wan bistînin daxwazeke an heye û ne jî ji bo ku li vir em wan darizînin destekê didin. Ev meseleyeke cidî ye.”

Omer herî dawî got li Kampa Holê bi qasî 30 hezar penaber hene, piraniya hicreyên razayî Iraqî ne, kesên ku tevlî rûdanên kuştinê dibin piranî ji wan in û got, ‘’Iraq jî berpirsyariya xwe bi cih nayîne. Beriya bi 2 salan şandeyeke wan a berfireh hat. Li kampê geriyan. 5 hezar kesî gotin ew hazir in vegerin, navê xwe nivîsandine. Lê heta niha du caran welatiyên xwe birine. Heta niha ji hezar kesî zêdetir nebirine’’ û xwest ku li Iraqê dadgeh were danîn, DAÎŞ’î li wir bêne darizandin lê ew jî berpirsyariya xwe bi cih nayînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv