Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Odeya Bîrê yan Odeya Jibîrbirinê

 

 

 

Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên ji bo qirkirina gelê Kurd nagihe ti encamekê, weke ku hostayê mêtingeriyê be, hewl dide rê û rêbazên cûda bixe dewrê.

Herî dawî jî di vî warî de bi rêya hin kesan ev hunera xwe ya dagirkeriyê xist dewrê.
Li Amedê bi navê Odeya Hafizayê an go Bîrê, pêşengehek hat vekirin.
Lê ji odeya bîrê zêdetir, ev yek weke odeya jibîrkirina rastiyê hat şîrovekirin.

ODEYA BÎR’Ê YAN ODEYA JIBÎRBIRINÊ?
MIJAR ZILMA LI GELÊ KURD Û KOMKUJÎ BÛ LÊ EW REQISÎN

Dewleta Tirk a dagirker, ji 2015’an heta niha li dijî gelê Kurd êrişên qirkirinê bênavber didomîne.

Ji ber ku encamê bi dest naxe û hedefên wê naçin serî, serî li hin rê û rêbazên cûda dide.

Herî dawî li paytexta Kurdistanê Amedê, kesê bi navê Ahmet Guneştekîn xist dewrê.

Vî kesî bi navê Odeya Hafizayê an go Bîrê bi hevkariya Odeya Bazirganî û Pîşaziyê ya Amedê pêşangehek vekir.

Ev yek jî li Sûra dewleta Tirk wêran û xirakirî hat kirin.

Alîkarê Erdogan, Cevdet Yilmaz, Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu li vê pêşangehê bûn.

Seroka partiya faşîst a bi navê Iyi Partî Meral Akşener jî destegulek şandibû.

Wekî din Îsmaîl Saymaz, Ertugrul Ozkok û gelek kesên din ku timî li dijî gelê Kurd bi heqaretan rabûne li vê pêşangehê bûn.

Li ser Sûran darbestên rengûreng hatibûn danîn.

Li nav Sûran navên Kurdên hatine qetilkirin mîna navên kolan û qadan bin hatibûn nivîsandin.

Navenda zilmê zîndana Amedê ya hejmar 5, tenê weke tuneleke teng dabûn der.

Bi kurtûkurmancî bingeha pêşengehê êşa gelê Kurd bû, qirkirin û komkujiyên dewleta Tirk pêk anî bûn.

Lê tişta derketî holê berevajî vê êşê bû.

Ji odeya bîrê zêdetir, ev der weke odeya jibîrkirinê, ji bîrbirinê hat binavkirin.

Ji ber, mîna ku dewleta Tirk a dagirker bi komkujiyên kirî re rû bi rû hatiye, ev pêşengeh hat vekirin û danasîn.

Lê roja ku pêşengeh hat vekirin, şahiya 30 saliya NÇM’ê hat qedexekirin.

Li Amedê dayîkek ji ber desmala keskûsorûzer hat binçavkirin.

Jixwe nîşaneya vê yekê bi vî dîmenî derket holê.

Ew jî li ber êşa gelê Kurd reqsa beşdaran bû.

Ew kesên şevûroj heqaret li gelê Kurd û nirxên wî kirine, dîsa ew kesên bûne hevkarên dewleta Tirk li ber bîra êşa gelê Kurd reqisîn.

Em jî dixwazin wê Bîra kûr a gelê Kurd bi bîr bixin.

Bi dehan fermanên li Êzîdiyan hatin rakirin.

Komkujiyên Agirî, Şêx Seîd, Seyîd Riza, Dersim, Geliyê Zîlan.

Sêwas, Mereş, Şirnex, Nisêbîn, Cizîra Botan, Roboskê.

Xirakirina Sûra dîrokî ya pêşengeh lê hatî vekirin.

Dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî û komkujiyên li van deveran.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv