Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nûrettîn Demirtaş: Ji bo dayikên di konên AKP-MHP’ê de

 

JI BO DAYIKÊN DI KONÊN AKP-MHP’Ê DE
NÛRETTÎN DEMÎRTAŞ / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Dibêjin wê desthilatdariya faşîst û qirker mîtîngê ji wan re çêke. Yên malbatê gerîla bin û dayik bin birastî jî naçin mîtîngê û wan konan. Lê dîsa jî hin gotinên me ji wan kesên ji herikandina xwînê re xizmetê dikin hene.

Ma gelo qet hun fikirîn ku ew zarokê hun li bendê bûn, bi riya kargoyê cenazeyê wî ji were bê. Ev tê çi wateyê gelo ? Dibe ku cenazeyê we wenda be û agahiya we jî jê tine be. Vê jî bifikirin. An jî gorek wî hebe û ew gor hatibe xerakirin û hestiyê wî ji gorê derxistibin.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê vê hovîtiyê dike û hun jî di konên wan de rûdinên. Niyeta we çi dibe bila bibe hun xizmeta desthilatdariya qirker dikin.

AKP-MHP li aliyekî bi we dilîze, li aliyê din çekên kîmyewî dibarîne ser zarokên we. Li şûna ku hun destekê bidin berxwedana zarokên xwe, hun destekê didin êrişên AKP-MHP’ê. Ma ev çawa dijminatiye ? Hun bûne dijminê zarokên xwe an jî qatilê xwe.

Yên zarokên we qetil kirine hun li wê derê dane rûniştandin. Yên we didin axaftin qatilên we ne. Em ji dil dibêjin ku dayik pîroz in. Jixwe dayikên gerîla ji bo me nirxên herî mezin in. Lê yên diçin wê derê xizmetê ji lîstikên qirêj ên AKP-MHP’ê re dikin.

Ji vê rewşê xerabtir tiştek nîne. Li şûna hurmetê hun dikevin rewşeke din. Hun dibêjin qey gerîla bêwijdan û bê rih in. Yên vê yekê bi we didin gotin qatilên zarokên we ne. Derewan dikin. Dibe ku em wekî dayikan hestên wan nizanin, lê em bi zarokên were dijîn. Em ji bo hev mirinê didin ber çavê xwe.

Yên diçin konên AKP-MHP’ê dibin kabûsa zarokên xwe. Ji ber vê yekê hun têne redkirin. Em we wekî dijmin nabînin, lê em ne bi were ne. Em ji wan kesên we xistine vî halî hesab dipirsin. Gerîla malbatî nafikire û teslîmî malbatê nabe. Malbateke ku teslîmiyetê dixwaze red dike. Gerîla mezin difikire û mezin dijî.

Ev desthilatdariya faşîst mahkûmî têkçûnê ye. Wî wextî wê di şert û mercên azad de hevdîtina we bi zarokên we re pêk were. Lê desteka we ya ji bo AKP-MHP’ê mirinê zêde dike. Dev ji vê xeletiyê berdin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv