Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nûrettîn Demîrtaş: AKP zarokên we qetil dike 09.03.2021

 

MALBATÊN BI LÎSTIKA AKP’Ê LI BER HDP’Ê RÛNIŞTINE
NÛRETTÎN DEMÎRTAŞ: AKP’Ê ZAROKÊN WE QETIL KIRINE

Endamê Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê Nurettîn Demîrtaş di Yenî Ozgur Polîtîkayê de der barê wan malbatên li ber HDP’ê nivîsiye.

Nurettîn Demîrtaş diyar dike ku AKP van malbatan ji bo siyaseta xwe ya qirêjî bi kar tîne.

Demîrtaş di nivîsê de agahiyeke balkêş jî eşkere kiriye û wiha dewam dike:

Malbatên ku aqûbeta zarokên xwe nizanin divê baş bipirsin û lêkolîn bikin.

Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine îstîxbarata AKP’ê û polîsên wan hin zarokên van malbatan qetil kirine.

Yanî revandine, qetil kirine û wekî ku beşdarî PKK’ê bûne malbatên wan dibin van konan.

Ji wan kesên ku di wan konan de cih digrin herî kêm 4 malbat bi wî rengî ne.

Zarokên wan qetil kirine û ew birine wê derê. Ev jî agahiyek cidî ye.

Ev hovîtî wê rojekê derkeve meydanê. Ji sedî sed beşdarî PKK’ê nebûne.

Malbatên li wir divê li ser vê mijarê bisekinin û lêkolîn bikin.

Divê ji AKP’ê bipirsin bê çi bi serê zarokên wan hatine û li ku derê ne.

Nurettîn Demîrtaş îşaret bi wê yekê dike ku di vê mijarê de êrişa li dijî HDP’ê bi temamî lîstika AKP’ê ye û wiha dewam dike:

Pirskirina ji HDP’ê bi temamî lîstika AKP’ê ye. HDP nikare bersivê bide, ji ber ku nizane.

Lê PKK dizane û malbatên ku ji PKK’ê dipirsin bê bersiv namînin.

Pêşniyara Nurettîn Demîrtaş jî dîsa di nivîsa wî de ye, dibêje;

Bila ew malbat AKP’ê qanih bikin ku bombebaranê neke û werin qadên PKK’ê.

Bi vî rengî dikarin zarokên xwe bibînin.

Her roja ku hun diçin wan konên AKP’ê hun ji zarokên xwe dûr dikevin.

Li şûna ku hun propogandaya AKP’ê bikin, ji AKP’ê bipirsin bê ev zarok çima derketin çiyê wê xêrtir bûya.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv