NÛNERÊN RÊVEBERIYA XWESER LI SWÊDÊ NE
BI WEZÎRA KARÊN DERVE YA SWÊDÊ RE CIVIYAN
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd bi wezîra Karên Derve ya Swed Ann Linda re civiya.
Di civînê de têkoşîna li dijî çeteyan, sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî, êrişên dawî yên li Başûrê Kurdistanê û xebatên Rêveberiya Xweser hat nîqaşkirin.
Wezîra Karên Derve ya Swed Ann Linda behsa kar û xebata rêveberiya xweser a di aramiya herêmê de kir û got, em ê têkilî û piştevaniya xwe ya bi rêveberiya xweser re bidomînin..