Li derveyî welat jî Kurdistanî bi pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ di nava tevgerê de ne.
Çalakiya li bajarê Fransayê Strasboûrgê di hefteya 4’an de dewam dike.
Her wiha îro ji ber Konseya Ewrûpa heta konsolosxaneya Amerîkayê meşek hat lidarxistin..
Ciwanên li Cenev,Bourdeaux û Luzernê jî li qadan bûn.
Bi pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpa û Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Ewrûpayê 12’ê Gulanê li bajarê Fransayê Strasbûrgê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Çalakiya li pêşiya avahiya konseya Ewrûpayê di hefteya xwe ya 4’an de dewam dike.
Kurdistaniyên di çalakiyê de ber bi konsolosxaneya Amerîkayê ve meşek li dar xistin.