Li zindanan gelek girtî hene nexweş in.
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî di hefteya 351’ê bi rêya medya dijîtal civinek li darxist.
Li ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkanê yê 83 salî Sazî û Rêxistinên Mafê Miraovan daxuyaniyek hevpar weşan din.
Ozkan tevî ku rapora Saziya Tipa Edlî a ku dibêje ji sedî 87 astengdar e û nikare li girtîgehê bimîne jî, ew nayê berdan.
Saziyan ji bo serbestiya wî serî li dozgeriyê dane.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê jî di hefteya 479’an de daxwaza berdanan girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan kirin.
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî di hefteya 351’ê bi rêya medya dijîtal li dar xist.
Înîsiyatîfê vê heftiyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş M. Zahîr Ozdemîrlî.
Rêvebera Navenda Komeleya Mafê Mirovan Nûray Çevîrmen çalakiyê de axivî û rewşa Ozdemîrlî wiha ragihand.
12’ê Nîsanê tedawiya kemoterapiyê ya Ozdemîrlî bi awayekî kelemçekirî di çavdêriya sê leşkeran de pêk hatiye.
Ji ber ku rewşa girtigehê, tenduristiya wî jî her ku diçe giran dibe.
Divê M.Zahîr û hemû girtiyên newxeş demildest werin berdan.