Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

NPG’ê bîlançoya şer a 2021’ê eşkere kir

 

NPG’ê bîlançoya şer a sala 2021’e eşkere kir. Hêzên HPG’ê 742 çalakî li dar xistin û 861 dagirker ceza kirin. NPG’ê got, “Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê di sala nû ya têkoşînê de jî bersivê bidin bendewariyên şehîdan û Rêberê me.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bîlançoya şer a sala 2021’ê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Sala 2021’ê ji bo têkoşîna me, gelê Kurd û gelên herêmê saleke girîng bû. Di vê salê de ji aliyê leşkerî siyasî û civakî ve di serî jin û ciwanan û hêzên dînamîk têkoşîneke xurt meşandin, gelek pêşketinên girîng hatin bidestxistin û encamên girîng bi dest ketin. Hîn di destpêka salê de tevgera me tespît kir ku sala 2021’ê wê ji rêzê derbas nebe, pêşketinên girîng wê biqewimin û ji aliyê têkoşînê ve di asta herî bilind de derbas bibe. Tespîta wê yekê kir ku dewleta Tirk li gorî destûra xwe ya bingehîn a bi yek xalê ‘Qanûna înkar û tunekirina Kurdan’ wê ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê êriş bike. Ji ber vê yekê jî bi destpêkirina sala 2021’ê re hem ji bo beralîkirina êrişên dewama ‘Plana Têkbirinê’ ya dewleta Tirk a qirker mêtinger, hem jî ji bo serxistina pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ amadekariyên cidî kir, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji taktîka sala nû re amade kir, plansaziya vê yekê û rêbaza serdemê bi berfirehî nirxand û kir ku Hêzên Parastinê yên Gerîla bi rengekî amadebûyî dest bi sala 2021’ê bikin.

Plana Têkbirinê ku tifaqa AKP-MHP-Ergenekonê di 24’ê Tîrmeha 2015’an de li dijî tevgera me û gelê me ji bo qirkirin û tunekirina topyekûn da destpêkirin; bi saya berxwedana mezin a li Îmraliyê ya Rêber Apo, têkoşîna gelê me, dostên gelê me, hêzên çep-sosyalîst demokratîk, jin û ciwanan, bi saya berxwedana fedayî ya gerîla hate têkbirin. Vê berxwedanê di heman demê de rejîma faşîst anî ber hilweşînê, lewma jî kete nava tirsa paşeroja rejîma xwe, xwest ku di sala 2021’ê de bi tunekirina gelê Kurd, bi serketineke bi vî rengî hestên neteweperest nijadperest ên li nava civaka Tirkiyeyê sor bike, bi vî rengî hilbijartineke pêşwext pêk bîne û di encamê de jî temenê xwe dirêj bike, naxwe dît ku wê teqez têk biçe. Rejîma faşîst a AKP-MHP-Ergenekonê ji bo dirêjkirina temenê xwe yê li desthilatdariyê, xwe û mayindebûna Tirkiyeyê weke hev nîşan da û di çarçoveya xeyalên Osmaniya Nû de xwest Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê dagir bike. Li ser vê bingehê destpêkê di 10’ê Sibata 2021’ê de êriş bir ser garê û xwest li vê derê derbeke xurt li hêzên me bixe, bi encama ji vir wergirtî hewl da tevgera me demoralîze bike û piştre jî operasyona Garê berfireh û kûrtir bike. Lê belê ev hesab, bi berxwedana destanî ya li Siyanê ku bi pêşengiya fermandarê me yê leheng hevrêy Şoreş Beytuşşebap hate meşandin û bi lêdana derbên giran li yekîneyên bijarte yên artêşa Tirk hate pûçkirin. Artêşa Tirk bi vê derba giran têk çû û li gel piştgiriya wergirtî û derfetên xwe jî tenê karîbû 4 rojan îdare bike.

Rejîma faşîst neçar ma li xwe mikur bê ku li Garê têk çûye û dest bi şidandina tecrîda li ser Rêberê me kir, zextên li ser gelê Kurd û hêzên çep-sosyalîst û demokratîk ên li Tirkiyeyê gihand asta herî bilind. Di 23’ê Nîsanê de jî li Avaşîn, Zap û Metînayê dest bi êrişeke berfireh a dagirkeriyê kir. Armanc ji vê êrişê ew bû ku di demeke kurt de hêzên me yên gerîla ji Herêmên Parastinê yên Medyayê derxînin û gava herî girîng a êrişa Komploya Navneteweyî bi ser bixînin.

GERÎLAYÊN AZADIYÊ YÊN KURDISTANÊ HESABÊN WAN TÊK BIR

Lê belê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hemberî vê yekê berxwedaneke dîrokî nîşan dan, hesdabên dewleta Tirk, hin hêzên navneteweyî û hevkarên wan ên xwecihî xera kir, nehişt ku bigihêjin armanca xwe. Hêzên Parastina Gel bi serketina Garê dest bi sala nû kir û asta gerîlatiya serdan nû di sala 2021’ê de bi asteke girîng xiste meriyetê. Bi taybetî rêbaza şerê tîm ê gerîlayên profesyonel, taktîka şer a ku xwe dispêre çeperan û tunelan, artêşa Tirk li girên destpêkê yên xwe lê danî rawestand, hîn di rojên destpêkê de hesabên wan hemû pûç kirin. Artêşa Tirk ku jê hebû di nava çend hefteyan de wê encamê bi dest bixe, tevî ku çend meh di ser re derbas bûn nekarî bi pêş ve biçe, berevajî her roj bi derbên xwarî neçar ma ku berdêleke giran a vê êrişa dagirkeriyê bide. Gerîla ji Heftanînê heta Amedê, ji Dersimê heta Zapê, ji Avaşînê heta Serhedê, ji Xakurkê heta Botanê li her qada Kurdistanê bi rengekî çalak tevgeriyan. Ji serdegirtinê heta bi xweberdana nava dijmin, ji êrişê heta bi sekvaniyê, ji sabotajê heta bi lêdana derbê taktîkên bi rêbaza tîm ên bi tevger ên gerîla, avakirina qadên berxwedanê bi rengê çeperên şer û tunelan, bikaranîna hêzên parastina hewayî li dijî dijmin û li ser vê bingehê bicihanîna gelek taktîkan di zikhev û koordîneyî de, wêneyê Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk raxist pêş çavan.

ARTÊŞA TIRK SÛCÊ ŞER KIR Û ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR ANÎ

Artêşa Tirk di sala 2021’ê de teknîka şer a li ber destê xwe hemû bi kar anî, bênavber bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand, lê belê nekarî encamê bi dest bixe. Balafirên bêmirov ên bêçek û biçek ku dewleta Tirk gelekî pişta xwe pê germ kiriye, bi vê rêbaza gerîla ya serdema nû hatin pûçkirin û artêşa Tirk li bejahî jî careke din têk çû. Di vê pêvajoya berxwedanê de di serî de li Werxelê, Girê Sor, Zendûra, Aris Faris û Mamreşo li hemû qadên berxwedanê di nava dijmin de bi heman rêbazan her roj bi dehan caran derb li dijmin hate xistin û şerekî bêdawî hate meşandin. Li ser bingeha vê berxwedana mezin ku bi ti bîlançoyê nikare bê vegotin û li hin deveran 6 mehan dewam kir, bi îradeya mezin hate meşandin û nûnerên mîrateya berxwedanê ya kevneşopiya PKK’ê; gerîlayên HPG’ê di vî şerî de bi ser ketin, hêzên faşîst ên AKP-MHP’ê têk çûn û nekarîn bigihêjin armanca xwe. Artêşa Tirk ji ber vê yekê dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir ku ev yek li gorî qanûnên navneteweyî bi rengekî eşkere sûc e, ji aliyê exlaqa mirovahiyê ve sûc e, li gorî pîvanên şer nemerdane ye. 40 hevrêyên me ku li Siyanê, Zendûra, Mamreşo, Girê Sor û Werxelê bi berxwedaneke lehengî rê nedan dagirkeran, bi van çekên kîmyewî şehîd bûn, lê belê bi berxwedana xwe dijmin têk birin û cihê xwe di nava dîrokê de girtin.

PDK’Ê JI PIŞT VE XENÇER LI BERXWEDANA PÎROZ A GERÎLA XIST

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi sûdwergirtina ji sekna mezin a Rêber Apo ya li Îmraliyê, ji biryardariya serketinê ya îdeolojiya Apoyî, li ser bingeha tecrûbeya gerîla ya 37 salan a tevgera me di sala 2021’ê de pratîkeke bi vî rengî bi biryardarî xistin meriyetê. Bêyî ruhê Apoyî, bawerî, dilsoziya bi şehîdan, gel û welat re, bêyî daxwaza têkoşînê ya ji bo armancên bilind nepêkan bû ku ev berxwedan û asta serketinê bihata nîşandan. Dewleta Tirk a mêtinger ku haya xwe ji vê rastiyê heye, ji bo ji hundir ve derbê li têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê Kurdistanê bixe, bi rengekî bêxêr hewl da ku xeta xiyanetê ya noker ji nû ve çalak bike. Li ser vê bingehê kir ku PDK qadên gerîla dorpêç bike, zemîna êrişê bide dewleta Tirk û îstîxbaratê pê re parve bike. Mixabin hêzên PDK’ê jî li ser bingeha armancên dewleta Tirk tevgeriya û di sala 2021’ê de ji pişt ve xençer li berxwedana pîroz a gerîla xist û hewl da vê berxwedanê lawaz bike, provokasyonên cihêreng kir, lê belê bi saya helwesta berpirsyariyane ya hêzên me pêşî li rûdana rewşeke hîn neyînî hate girtin.

LEHENGIYA ŞEHÎDÊN ME BI TÎPÊN ZÊRÎN LI DÎROKÊ HATE NIVÎSANDIN

Ruhê fedayî yê gerîla ku li ser bingeha îdeolojiya Rêber Apo, biryardarî, asta îradeyê, nûbûna di taktîkê de û kûrbûna li ser vê yekê, performansa şerê şareza yê gerîla ku di şert û mercên herî giran de meşand, weke hêza bingehîn a serketinê mohra xwe li sala 2021’ê xist. Îsal me lehengên wêrek û mezin şehîd dan. Di serî de hevrê Cûmalî û Rêber, hevrê Çavrê, Botan, Zinarîn, Şoreş Beytuşşebap, Hîjar, Serhat, Sarya, di şexsê wan de bi saya lehengiyên şehîdan hemûyan ev serketin bi tîpên zêrîn li dîrokê hate nivîsandin. Divê ti carî neyê ji bîrkirin ku bi saya ked û berxedana dîrokî ya şehîdan ev dijminê xwînxwar ê harbûyî hate rawestandin û serketin hate bidestxistin.

HÊZÊN YJA STARÊ DESTKETIYÊN GIRÎNG AFIRANDIN

Xeta lehengiyê ya hêzên me yên YJA Starê, sekna fermandariya mezin a di şexsê hevrê Sarya, Delal, Ronahî, Nûjîn, Diljîn, Diyana, Hîra, Zinarîn û Çavrêyan de derkete holê, bi pêşengiya van hevrêyan û bi dehan hevrêyên jin ên şehîd bûne asta gerîlatiya modernîteya demokratîk a YJA Starê yek ji pêşketinên herî girîng ên sala 2021’ê ye. Li gel alternatîfa jiyana azad a alternatîf, paradîgmayî, rêxistinî û îdeolojîk ku heta niha di şexsê jinên Kurd ên azad de hate afirandin, ji aliyê leşkerî ve jî asta bicihanîna serketî ya gerîlatiya modernîteya demokratîk, destketiyên gelekî girîng bi xwe re anî ku ji tevahiya jinên cîhanê re dibe çavkaniya sûdwergirtinê. Di têkoşîna sala 2021’ê de rola pêşeng a jinên azad di nava têkoşîn û şerê me de careke din ispat bû.

742 ÇALAKÎ HATIN LIDARXISTIN: 861 LEŞKERÊN DIJMIN HATIN CEZAKIRIN

Di sala 2021’ê de li hemberî 1899 êrişên hewayî, 426 êrişên bi obus û hawanan û 367 êrişên bi çekên kîmyewî yên dijmin; hevrêyên me yên ku bi ruhê berxedana fedayî û fedakariyeke mezin tevgeriyan bi giştî 742 çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan û şer de 861 leşkerên dijmin ji aliyê hêzên me ve hatin cezakirin. Di êrişên dijmin de 298 hevrêyên me şehîd bûn û tevlî karwanê nemiran bûn. Rewşa şehadetê ya hin hevrêyên me ku aqûbeta wan nediyar e, piştî ku diyar bû wê bi gelê me û raya giştî re bê parvekirin.

2021 bû saleke welê ku taktîk û rêbaza me ya şer careke din piştrast bû, perspektîfa gerîla ya serdema nû di pêvajoyeke şer a bêeman de jinûve hate ceribandin û piştrastkirin. Li gel bidestxistina vê tatktîk û rêbaza serketinê, gelek fermandarên me yên ciwan ên leheng afirîn ku pêşengî ji vê serkretinê re kirin. Eşkere ye ku hêzên me her ku di fermandariya pêşeng û taktîkê de kûr bû, wê hîn bêhtir bibe hêza serketinên mezin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku hêviya gelên bindest û azadîxwaz e, di sala nû ya têkoşînê de jî wê bi rengekî şareza bi erka xwe rabin, bersivê bidin bendewariyên şehîdên me yên leheng û Rêberê me.

BÎLANÇOYA ŞER A SALA 2021’Ê WIHA YE

ÊRIŞÊN ARTÊŞA TIRK

Êrişên bi çekên kîmyewî: 367
Êrişên bi obus û hawanan: 436
Êrişên hewayî: 2025

HEVRÊYÊN ME YÊN ŞEHÎD BÛN Û YÊN DÎL HATIN GIRTIN

Hevrêyên me yên şehîd bûn: 298
Hevrêyên me yên dîl hatin girtin: 19

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Çalakiyên gerîla: 742
Çalakiya serdegirtinê: 2
Çalakiyên kemîndanînê: 2
Çalakiyên xweberdana nava dijmin: 15
Çalakiyên êrişê: 30
Çalakiyên hêzên parastina hewayî: 43
Çalakiyên sekvaniyê: 58
Çalakiyên gerîla yên koordîneyî: 64
Çalakiyên sabotajê: 112
Çalakiyên bi çekên giran: 160
Çalakiyên şer-lêdanê: 256

KUŞTIYÊN DIJMIN

Hejmara dagirkerên hatin cezakirin: 861
Dagirkerên birîndar bûn: 128

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv