Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nisêbîn, Bajarê Serhildan û Newrozê 19.03.2021

 

NISÊBÎN…
BAJARÊ SERHILDAN Û NEWROZÊ

13’ê Adara sala 1990’î li navçeya Mêrdîn Stewrê li Girê Şêra 13 gerîlayên ARGK’ê şehîd bûn.

Vê bûyerê jî rê li pêvajoya serhildanên li Kurdistanê vekir.

Fermandarê koma gerîlayan Suleyman Aslan ango Huseynê Zer bû.

Ew di heman demê de endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê bû.

Fermandarê din ê koma gerîlayan jî Abdullah Avci bi navê din Salah bû.

Salah di komîteya navendî ya PKK’ê de cih digirt.

Fermandar Abdulkerîm Temel ango Zinar jî di sala 1978’an de dema ku Mazlûm Dogan li Nisêbînê civînek pêk anî bi bandor bû û beşdarî nava refên PKK’ bû.

Ji bilî hersê fermandaran, gerîlayên din ên ARGK’ê jî her yek ji wan efsaneyek bû.

Kamûran Dundar ango Zana, Diyan Oso bi nasnav Birahîm, Zekî Dogan bi nasnav Îsa, Mahsûm Tepe ango Haşim, Evdilqadir Alptûg bi nasnav Bedran, Omer Kavak bi nasnav Necdet, Cesûr Şahîn ango Dogan, Xelîl Acar bi nasnav Şervan, Xerîb û gerîlayekî din di berxwedana Girê Şêra de şehîd bûn.

Metîn Dînç ango Dijwar jî piştî bûyerê bi 9 rojan gihîşt şehadetê.

Dema ku cenazeyê Kamûran Dundar birin Nisêbînê gel rabû serhildanê.

Zêdetirî 10 hezar kes daket qadan û cenaze pêşwazî kirin.

Polîsên Dewleta Tirk di dema meşê de gule reşandin ser gel û ciwanê 19 salî Şemsettîn Çîftçî qetil kirin.

Vê yekê hêrsa gel a li dijî Dewletê zêdetir kir.

Li aliyê din ê sînor xelkê Qamişlo jî ji bo Nisêbînê rabû serhildanê û çûn ber têlan.

Li Cizîr, Hezex û Silopyayê jî serhildanên gel çêbûn.

Xwendekarên li zanîngehan jî amadekariya yekemîn a salvegera komkujiya li Helebceyê dikirin û ev çalakî jî veguherîn serhildanê.

Xwendekara zanîngeha Dîcleyê Zekiye Alkan jî di 21’ê Adarê de li bircên Amedê bedena xwe da ber agir û bû meşaleya Newrozê.

Tevahiya hefteyekê li Kurdistanê dikan nehatin vekirin û xwendekaran zanîngeh boykot kirin.

Cara pêşî bû ku Kurdistan bi vî rengî rabibû serhildanê û Dewlet ketibû tengasiyê.

Newroza 1990’î veguherîbû Newroza serhildanê.

Newrozên di pey re jî bi rihê serhildanê hatin pêşwazîkirin.

Dewlet jî neçar ma ku dest li pîrozbahiyan wernede.

Lê Newroza pey wê re ango Newroza 1992’an Dewletê komkujî kirin.

Li Cizîra Botan hêzên Dewletê gule reşandin ser pîrozbahiya Newrozê ya gel û dehan kes qetil kirin.

Heman rojê pîrozbahiyek li Nisêbînê hebû û bê pirsgirêk derbas bû.

Lê çawa ku xelkê Nisêbînê bi komkujiya Cizîrê hesiya roja din daket qadan.

Polîs û tîmên taybet li ser pira şehîdan rê li ber gel girtin û gule reşandin.

Panzerên polîsan bi ser gel de meşiyan û pê li wan kirin.

Di encama vê komkujiyê de jî 21 kes li Nisêbînê hatin qetilkirin.

Li Şirnex û navçeya wê Hezexê jî bi heman rengî komkujiyên Dewletê çêbûn.

Di encama van komkujiyan de zêdetirî 100 kes şehîd bûn.

Newroza 1992’an bi vî rengî bû Newroza şehîdan.

Piştî wê rojê agirê Newrozê bi serhildanên Nisêbîn û Cizîrê geş bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv