FAŞÎZMA LI DIJÎ GELÊ KURD
RÊBER APO: KAFIR Û FAŞÎST YEK IN
Rêber Apo di sala 1989’an de li ser faşîzma dewleta Tirk û faşîzma li dijî gelê Kurd bi awayekî berfireh axivîbû.
Emê niha qismekî ji vê nirxandina Rêber Apo bi we re parve bikin.
Rêber Apo dibêje, di Misilmantiyê de maneya kafirtiyê çi be faşîst jî ewe.
Rêber Apo di sala 1989’an de li akademiya Mahsûm Korkmaz di perwerdeya gerîlayan de têkildarî faşîzma dewleta Tirk û faşîzma li dijî gelê Kurd nirxandinên girîng kiribûn.
Rêber Apo faşîzmê dişibîne kafirtiyê. Rêber Apo qeyde û quralên Îslamiyetê bibîrxistin, ku li dijî vê faşîzmê divê hevgirtina her kesî hebe.
Li ser bêhelwestî û bêdengiya li hemberî vê faşîzmê, Rêber Apo dibêje, kesê ji xwe re dibêje “misilman” û demokrat divê xwedî helwest bin.
Rêber Apo balê dikşîne ser partiyên di nava sîstema dewleta Tirk de û dibêje, çi desthilatdar û çi muxalefet hemû li hemberî gelê Kurd kafirtiyê temsîl dikin.