Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Newroz Ehmed: ‘YPJ hêza parastinê ya jinan hemuyan e’

 

Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed anî ziman ku YPJ hêza parastinê ya jinan hemûyan e û got, “Ti jin divê xwe bi tenê nebîne, em bi wan re ne.”

Newroz Ehmed diyar kir ku sala 2021’ê ji bo wan ji gelek aliyan ve saleke girîng bû û got, “Di serî de têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê, di operasyonan hemûyan de YPJ bi erka pêşengiyê rabû. Ji bo têkbirina şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê yên li Kampa Holê ku bi hezaran malbatên DAÎŞ’î lê ne, li gel Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyona hevpar hate lidarxistin. Herî zêde hêzên me yên YPJ’ê cihê xwe di nava vê operasyonê de girtin. Ji ber ku bi giranî jin û zarok hebûn. Lewma YPJ’ê pêşengî ji operasyonê re kir. Operasyonek ji bo pêşîgirtina li rêxistiniya DAÎŞ’ê bû. Di nava salê de dewleta Tirk û çeteyên wê êriş birin ser hêzên me û gelê herêmê. YPJ ji bo parastina gelê me û herêmê, ji bo têkbirina van êrişan li refên herî pêş cih girt.”

JINÛVE AVABÛN Û SÎSTEMA NÛ

Fermandar Newroz Ehmed anî ziman ku weke saziya leşkerî, meclîs û saziyên ser bi wê ve, di nava salê de civînên xwe li dar xistin, ji bo avakirina sîstemeke nû, mijarên rêxistinî, perwerde, teknîk û hwd. hatin nîqaşkirin.

Newroz Ehmed got, “Di heman demê de mijarên perwerde, rêxistinî, karên leşkerî û mijarên mîna wan bi kûrahî hatin nirxandin. Li gorî vê yekê me sîstema xwe ya nû ava kir. Di encama amadekariyên xwe de jî di nava salê de me êriş têk birin. Bi moral û coşeke mezin qada me ya leşkerî tevlî pêvajoya nû bû. Herî dawî di êrişên ser girtîgeha Hesekê de hem hêza me ya komando, hem jî hêzên hêzên îstîxbaratê, hêzên taybet li refên herî pêş cih girtin. Piştre jî di êrişên dijî hucreyên veşartî yên DAÎŞ’ê de hêzên me cih girtin û tevlîbûneke bi tedbîr kirin.”

Li ser rol û girîngiya jinê ya li nava Şoreşa Rojava jî fermandar Newroz Ehmed ev nirxandin kir, “Di nava Şoreşa Rojava de berxwedêrên jin ên Kurd, li nava gelên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bûne sembol. Di bin vê sîwanê de yekîtiya xwe ava kirin, kom bûn. Sala derbasbûyî bi îradeyeke mezin û bi xurtî tevlî bûn. Her jin xwedî li vê berxwedanê derketin û cihê xwe di nava berxwedanê de girtin. Me dît ku jin bi ruh û îradeyeke mezin tevlî berxwedanê bûn. Jinên ku bi ruhekî mezin ê fedayî tevlî bûn, ji bo civakê temamî bûn mînak.”

HIŞMENDIYA YEKÎTIYÊ Û PARASTINA REWA

Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed anî ziman, jinên rêxistinbûyî ku pêşengiyê ji civakê re dikin, timî dibin hedefa serdestan û got, “Ev hedef car carna diguhere; carna bi destavêtin, destdirêjî û êrişên hewayî, carna jî bi rêbazên cuda di şexsê jinê de hewl tê dayin ku civak bê tunekirin. Par ev yek bi rengekî vekirî hate kirin. Jinê kengî ji bo maf û wekheviyê serî hilda, hingî êriş li dij hate kirin. Ji ber vê yekê rêxistiniya jinê girîng e.

Xwebûn pênaseyeke girîng e. Di nava YPJ’ê de em li ser vê pênaseyê sekinîn, lewma dema ku me rahişt çekê, me bi nîqaşkirinê hewl da vê pênaseyê bidin fêhmkirin. Ya girîng ne ew e ku çek bê bikaranîn, ya girîng xwebûn e, xwedîderketina li mafên xwe, nasname û mirovbûna xwe ye. Em hewl didin vê hişmendiyê ava bikin. Ev hişmendî divê ne tenê ya kesekî be, weke kes bi tena serê xwe tiştek nikare bê çareserkirin. Êrişa li dijî jinekê êrişa li hemberî jinan hemûyan e. Eger yekîtî pêk were hingî em em dikarin xwe bêhtir xurt bikin. Divê em li ser vê bisekinin. Ji ber ku her ku jin xurt bû, êriş jî wê giran bibe.

Li ser vê bingehê hêzên parastina rewa divê timî hebin. Eger jin bigihêjin vê hişmendiyê, hingî li her qada jiyanê dikarin hêza parastina rewa ava bikin û li ser vê bingehê xwe li her qadê biparêzin.”

HÊZA PARASTINÊ YA JINAN HEMÛYAN

Fermandar Newroz Ehmed destnîşan kir ku YPJ gav bi gav li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û li tevahiya Rojhilata Navîn ji bo mirovahiyê mohra xwe danî binê modeleke mînak û wiha dewam kir; “Rêxistiniya YPJ’ê bi rastî jî ji bendewariya me zûtir çêbû. Di demeke kurt de hate birêxistinkirin û veguherî hêzeke gelekî bi bandor. Diyar bû ku pêwîstî hebû. Ev pêla ku bi jinên Kurd dest pê kir, bandor li jinan hemûyan kir, hêzên cuda jî tevlî me bû û gihîşt asta heyî. Ji deverên cuda yên cîhanê jin tên tevlî nava YPJ’ê dibin. Hêza ku bi xwe zane û parastina xwe dike, li herêma me guhertinên mezin çêdike. Civakê diguherîne, her ku civak diguhere jî herêm diguhere, her ku herêm diguhere bandorê li cîhanê dike. Ev yek di heman demê de berpirsyariyekê dide me; em ji jinên li tevahiya cîhanê xwe berpirsyar dibînin.”

Di dawiya axaftina xwe de Newroz Ehmed bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi bîr xist ku dem dema azadiya jinê ye û got, “Em êşên xwe, destketiyên xwe hevpar bikin û têbikoşin. Em dikarin zîhniyeta jinê, eşqê dikuje têk bibe. Em ji vê re amade ne. Bila kes xwe bi tenê nebîne, em bi wan re ne.”

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv