Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê

 

 

Li Herema Zapê hêzên gerilla li hemberî artêşa Tirk di nava cengek mezin de ne.

Artêşê Tirk plan kiribû di demeke kin heremê bixe bin kontrola xwe û pêşde biçe.

Lê li Zapê ji ber çalkiyên gerîlla, artêşa tirk tarûmar bû û neçar ma ji 3 qadên din jî vekişe.

ENCAMA OPERASYONA ŞOREŞGERÎ YA GERÎLA
HPG: ARTÊŞA TIRK JI 3 QADÊN ZAPÊ VEKIŞIYA

Artêşa Tirk a dagirker 23’ê Nîsanê li dijî herêmên parastinê yên Medyayê dest bi tevgereke dagirkeriyê kir.

Li dijî vê tevgera dagirkeriyê gerîllayên HPG’ê û YJA-STAR’ê du pêngav ragihandin.

Pêngava şoreşgerî ya Bazên Zagrosê û pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê.

Di vê pêvajoya 8 mehan de gerîlayan li dijî artêşa Tirk gelek çalakî kirin û derbên giran li wan dan.

Bi taybet jî 8 û 9’ê Kanûnê bi operasyoneke şoreşgerî pergala artêşa Tirk a li Zapê tarûmar kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk ji 3 qadên Zapê vekişiyaye.

HPG’ê operasyona şoreşgerî ya li girê şehîd Mûnzûr bi bîr xist û ev agahî dan.

Gerîlayan bi operasyona li girê şehîd Mûnzûr adeta qira dijmin anîn.

Li qada Cîloya Biçûk jî li dijî dagirkeran çalakiyeke xurt hate kirin.

ENCAMA OPERASYONA ŞOREŞGERÎ YA GERÎLA
HPG: ARTÊŞA TIRK JI GIRÊ ŞEHÎD MUNZÛR, GIRÊ ŞEHÎD SERXWEBÛN Û CÎLOYA BIÇÛK VEKIŞIYA

Di van çalakiyên bi rengekî koordîneyî û bi taktîkên serdema nû hatin lidarxistin, ti windahiyê me çênebûn.

Artêşa Tirk ji bo ser têkçûna xwe binixumîne dest bi derew û şerê taybet kir.

Lê di vê de jî bi ser neket.

Dawiya dawî artêşa dewleta Tirk a dagirker mîna li qadên Werxelê û Tabûra Ereban fêhm kir ku wê li vê derê jî derbên gelekî girantir bixwe, neçar ma ji qadên şehîd Mûnzûr, şehîd Serxwebûn û Cîloya Biçûk vekişe.

NAVENDA RAGIHANDIN Û ÇAPEMENIYÊ YA HPG’Ê
“DI ÊRIŞÊN HEWAYÎ DE TI ZIRAR NEGIHÎŞTIYE HÊZÊN ME”

HPG’ê da zanîn ku artêşa Tirk a li bejahiyê nikare bi gerîla, hewl dide bi êrişên hewayî encam bigre û got.

Ev bombardûman jî bi temamî bêencam man û tiştek bi hêzên me nehat.

Nûçeyên îdîa dikin di van bombardûmanan de windahiyên me hene, nûçeyên derew û dûrî rastiyê ne.

Qadên hatine bimbebarankirin wiha ne:

27’ê Kanûnê li herêma Metînayê qadên Girê Ortê û Girê Hakkarî..

28’ê Kanûnê qada Gundê Silê yê herêma Qendîlê..

29’ê Kanûnê derdora Ava Lolanê ya li herêma Xakurkê..

Û qadên Şikefta Birîndaran û Kurojahro yên herêma Zapê bi balafirên şer hatin bombekirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv