Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

NATO’yê şerekî sar dide destpêkirin

 

ZÎRWEYA NATO’YÊ
RÊXISTINA LEŞKERÎ ŞEREKÎ SAR DIDE DESTPÊKIRIN

Civîna bilind a NATO’yê duh bi tevlîbûna lîderên 30 welatên endam hat lidarxistin.

Rojeva civîna Brukselê, Bernameya Sala 2030’an ya rêxistinê bû.

Ji xwe ev belge jî demeke dirêj a beriya civînê hatibû amadekirin.

Lewma jî danûstendinên îsal li dora vê belgeyê hatin kirin.

Sekreterê rêxistinê Jen Stoltenberg derbarê hedefên nû de agahî dan û got, NATO derbasî şerekî nû yê sar nabe.

Herwiha Stoltenberg banga diyalogê bi Rûsya û Çînê re kir û da zanîn Çîn ne dijminê NATO’yê ye.

Lêbelê mezinbûna Çînê di belgeya NATO’yê de wekî xetere hatibû binavkirin û lewma jî tu qîmeta van gotinan tune bû.

Di dema hevdîtinên dualî ya lîderan de çavê herkesî li ser hevdîtinên serokê Amerîkî Joe Bîden bû.

Bîden ewilî bi sekreterê rêxistinê Stoltenberg re rûnişt û di vê hevdîtinê de têra xwe qala girîngiya NATO’yê kir.

Di dawiya zîrweya NATO’yê de encamnameya ku bi perspektîfa sala 2030’an hatibûn amadekirin, hate qebûlkirin.

Bê guman, biryarên herî girîng ên civînê di derbarê Rûsya û Çînê de bûn.

Tetbîqatên leşkerî yên Rûsyayê wekî xetere hatin binavkirin û biryardariya rêxistinê ya li dijî vê rewşê hat dûbarekirin.

Li aliyekî din jî, qala girîngiya diyaloga bi Moskowê re hat kirin û ev jî wekî tedbîrek soft di nava biryaran de cî girt.

Piştî Rûsyayê dor hat ser Çînê û hilberîna çekên nukleer û zêdebûna bandora vî welatî ya di qada global de.

Di encamnameyê de hat ragihandin, divê NATO ji bo parastina berwejendiyên xwe li hember Çînê tedbîran bigire.

Di biryarên civîna îsal de rewşa ewlekariyê ya Afganistanê û têkiliyên bi Iraqê re jî cî girtin.

Endamên rêxistinê di warê alîkarîya Fînansî ya ji bo hukumeta Kabîlê û perwerdekirina artêşa Afgan li hev kirin.

Di biryara derbarê Iraqê de hat destnîşankirin, wê Mîsyona NATO’yê ya li vî welatî bê berfirehkirin û desteka bo şerê li dijî DAIŞ’ê bê domkirin.

Wekî her sal îsal jî NATO biryara zêdekirina butçeya leşkerî, sivîl û ya ji bo binesaziyê da.

Di biryara derbarê vê mijarê de hat diyarkirin, rêxistin ji bo bikaribe hedefên daniye pêşiya xwe pêk bîne, divê welatên endam lêçûyinên xwe yên leşkerî zêde bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv