NATHALİA BENAVİDES:
EM AZADIYA ABDULAH OCALAN DIXWAZIN
Enternasyonalîst û aktîvîst Nathalia Benavîdes di hevpeyvînek ji bo rojnameya Ozgur Polîtîkayê derbarê tecrîda giran a li ser Rêber APO de axivî.
Beşdarvana Kampanyaya Azadî ji Ocalan re bibîrxist ku azadiya Abdulah Ocalan gelê Kurd hemûyê eleqeder dike û axavtina xwe wiha domand..
Abdulah Ocalan, di meseleya Kurd de ne şexsek e, ew temsîla gelê Kurd hemûyê.
Helbet em dixwazin ew azad bibe, şermek e ku Abdulah Ocalan ji 1999’an ve girtiye, nabe ev were qebûlkirin.
Endama Komîteya piştgiriya ji bo Kurdistanê Nataliya Benavîdes bi van gotinan erka dikeve ser milê Enternasyolanîst û aktivîstan dibêje.
Ji bo me aktîvîst û enternasyonalîstan erkek e ku em ji bo azadiya Abdulah Ocalan bixebitin.
Ne tenê girtîbûna wî, şertên tê de girtî jî ji bo tevahiya civaka navneteweyî şermeke.
Ji ber berjewendiyên xwe, ti hikûmet tiştekî nake.
Encamên vê yên gelek trajîk ji bo tevahiya miletê Kurd hene.
Ji ber wê girîng e mirov eşkere bibêje, bê ka çima divê Abdulah Ocalan fizîkî bê azadkirin.
Li Emerîkaya Latîn divê em bibêjin, Ocalan kî ye, Kurd kî ne, çima divê Abdulah Ocalan bê azadkirin, pêşî de em ji sifrê destpêbikin.