Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mustafa Karasû: ‘Li devereke din cezayekî wisa bihata dayîn, wê CPT qiyamet rakira’

 

QEDEXEKIRINA MEŞÊ LI RÊBER APO
MUSTAFA KARASÛ: CEZAYEKÎ WISA DI DÎROKA MIROVAHIYÊ DE NÎNE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu di bernameya Taybet a televîzyona Medyahaberê de bersiv da pirsa têkildarî girankirina tecrîda li dijî Rêber Apo.

Mustafa Karasu li ser cezayê qedexeya volta an go meşê wiha got:

Divê ev yek, mîna ku dewleta Tirk tolê ji Rêber Apo hiltîne bê dîtin.

Dibêjin; te Kurd şiyar kirine em jî te ceza dikin.

Cezayekî wisa di dîroka mirovahiyê de nîne.

Bi vê yekê eşkere dibe, ku çawa di şexsê Rêber Apo de nêzî Kurdan dibin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê sebeba girankirina tecrîdê bi bêhelwestiya qada navneteweyî û CPT ve girêda û bal kişand ser berpirsiyariya hêzên komploger

QEDEXEKIRINA MEŞÊ LI RÊBER APO
MUSTAFA KARASÛ: LI DEVEREKE DIN CEZAYEKÎ WISA BIHATA DAYÎN WÊ CPT QIYAMET RAKIRA

Heke li devereke din cezayekî wisa hatiba dayîn, wê qiyamet rakirina.

Kesekî dîlgirtî nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.

Ma hêzên komploger vê yekê nabînin?

Ev yek li ber çavan tê kirin û li pişt jî Ewrûpa û Amerîka hene.

Divê Konseya Ewrûpayê û CPT dest li tecrîdê werdin, lê nakin.

23 SAL E RÊBER APO DÎLGIRTÎ YE
MUSTAFA KARASU: ÇIMA PARTIYÊN BAŞÛR XWEDÎ LI RÊBERÊ BI MILYONAN KESÎ DERNAKEVIN?

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê bêhelwestiya siyaseta Kurd a li hemberî tecrîdê û sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê rexne kir.

Rêberekî Kurd ê bi milyonan gel şiyarkirî tê êşkencekirin û rêxistinên Kurd vê yekê nabînin.

PKK li her beşa Kurdistanê xwedî piştgiriya herî xurt e.

Kesê Rêbertiya vî gelî kiriye, ev 23 sal in dîlgirtî ye û pêkanîneke nebaş lê tê kirin.

PDK heta niha dengê xwe ji vê yekê re nekiriye.

Dîsa YNK, Goran, Yekgirtû an jî Komala çawa dikarin wisa bêdeng bimînin?

Ji ber ku xwedî li Rêber Apo derneketine ev yek ji bo partiyan hemûyan cihê şermê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv