Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mustafa Karasû: Li cîhanê lîderekî weke Rêber Apo ê di vê astê de tecrîdkirî tine 17.03.2021

 

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
LI CÎHANÊ LÎDEREKÎ WEKE RÊBER APO Ê DI VÊ ASTÊ DE TECRÎDKIRÎ TINE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu bû mêvanê bernameya Taybet a Televîzyona Medya Haberê.

Mustafa Karasu mijarên di rojevê de nirxandin û bi taybetî li ser tcerîda Îmrali sekinî.

Têkildarî pergala Îmraliyê Mûstafa Karasû got; pêkhatineke dijmirovî li Îmraliyê tê meşandin.

Esareta Rêber Apo ket sala xwe ya 23’yan.

Bi rastî jî di dîroka cîhanê de, lîderekî gel ê di vê astêde tecrîdkirî tine.

Pergala Îmraliyê ne tenê di destê dewleta Tirk de ye.

Rêber Apo jî got; dewleta tirk li wir gardiyantiyê dike.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
GELÊ ME Û HÊZÊN DEMOKRASIYÊ DI ASTA HERÎ JOR DE LI RÊBER APO XWEDÎ DERDIKEVIN

Mustafa Karasû, bi bîr xist ku hêzên demokrasiyê azadiya Rêber Apo dixwazin û wiha dewam kir:

Gelê me, jin û ciwan bi Rêber Apo re dilsoz in.

Di 8’ê Adarê de jinan dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re nîşan da.

Helbet ev xwedîderketin ji ber fikir û ramanên Rêber Apo ne.

Îro ne bi tenê gelê kurd hêzên demokrasiyê yên cîhanê jî azadiya wî dixwazin.

Mustafa Karasu îşaret bi mezinbûna Pêngava Dem Dema Azadiyê ye kir û got:

Em ketina pêvajoyeke ku êdî azadiya Rêber Apo nêz bûye.

Bi taybetî 8’ê Adara 2021’an nîşan da, sala 2021’an wê bibe sala jin û gelên cîhanê zêdetir li Rêber Apo xwedî derkevin.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
8’Ê ADARÊ NÎŞAN DA KU WÊ NWROZ BI COŞEKE MEZIN WERE PÎROZKIRIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê li ser Newrozê jî axivî û destnîşan kir, her ku diçe newroz bi ruhê jina azad dirûv digire.

Jixwe di serhildanên salên 1990’î de pêşengên Newrozan jin bûn.

Rêhevalên wekî Rahşan, Zekiye, Ronahî, Bêrîvan û Sema, bi jiyana xwe ruhê Newrozê diyar kirin.

Di 8’ê Adarê de rabûna ser piyan a jinên Kurd, ji niha ve nîşan da ka wê Newroz çawa derbas bibe.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
NEWROZ WÊ BIBE XELEKEK JI PÊNGAVA AZADIYÊ

Mustafa Karasu bibîr xist ku li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê êrişên qirkirinê hene û got;

Dema zilm zêde dibe, têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê jî pêş dikeve.

Niha li hemberî vê zilm û zorê dem dema bilindkirina têkoşînê ye.

Di vê rewşê de helbet pêdivî bi ruhê Newrozê heye.

Li ser girîngiya Newroz 2021’an jî Karasu wiha axivî:

Newroz wê bibe xelekek ji pêngava “Dem Dema Azadiyê ye.”

Em bawer in di vê Newrozê de wê gel serdemeke nû bidin destpêkirin.

Divê her kes jî bi baweriya ku wê hêz bide vê pêngavê ber bi qadên Newrozê ve bimeşe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv