Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mustafa Karasu: ‘Em li bendê ne PDK ji dewleta Tirk a dagirker re nebe nefes’

 

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
BERXWEDANA GERÎLA ASTA TÊKOŞÎNA DI OXIRA AZADIYÊ DE BILINDTIR KIR

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu, beşdarî Bernama Taybet a Televîzyona Medya Haberê bû.

Mustafa Karasu bi berfirehî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê nirxandin û îşaret bi berxwedana gerîla kir:

Gerîlayan raxist ber çavan ka di oxira azadiyê de çawa li ber xwe didin.

Berxwedana gerîlayên azadiyê tevgera dagirkeriyê tevizandiye.

Vê berxwedanê têkoşîna me derxistiye asteke bilindtir a têkneçûnê.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
PDK DIXWAZE DEWLETA TIRK A DAGIRKER JI TÊKÇÛNÊ RIZGAR BIKE

Mustafa Karasu, bal kişand ser helwesta PDK’ê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re.

Kirinên PDK’ê bi ti awayî nikarin werin îzahkirin.

Bi rastî jî, ji kê re xizmetê dikin, armanca wan çi ye ne diyar e!

Di encamê de bi vê helwesta xwe xizmetê dagirkeriya tirk re dikin.

Di serî de gelê Kurd herkes rastiya dewleta Tirk dizane.

Dewleteke qirker e, dagirker e û dixwaze gelê Kurd tine bike.

Ev hevkarî siberoja Başûr jî dixe nava xeteriyê.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
EM LI BENDÊ NE PDK JI DEWLETA TIRK A DAGIRKER RE NEBE NEFES

Derbarê banga Parastina Înîsiyatîfa Kurdistanê ya ji bo PDK’ê de jî Mustafa Karasu got;

Em li bendê ne PDK dev ji vê hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re berde.

Heke hevkariya PDK’ê nebûya, îro wê têkoşîn di asteke din de bûya.

Wê teqez dewleta Tirk a dagirker şikestiba.

PDK çi dike? Di pratîkê de dor li gerîla digre û nefesê dide dewleta Tirk.

Gelê kurd hemû dixwaze PDK dev ji van kirinên xwe berde.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
HEKE GERÎLA Û PKK DARBÊ BIXWIN, EVÊ BANDORÊ LI KURDAN GIŞ BIKE

Mustafa Karasu der barê xeteriyên pêvajoyê de jî ev hişyarî kirin:

Heke di encama êrişan de PKK darbe bixwe evê bandorê li gelê Kurd hemûyî bike.

Wê çavkaniyên berxwedanê hemû ji holê rabin.

Ji ber wê jî ev ne meseleyeke navbera PDK û PKK’ê ye.

Hemû kurdan eleqeder dike. Bandorê li paşeroja Kurdan dike.

Heke pêşî li dagirkeriya Tirk neyê girtin, ji PKK’ê zêdetir wê bandor li partî û Tevgerê Kurdan bike.

Ji ber wê jî erka her kurdekî ye li dijî kirinên PDK’ê xwedan helwest be.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv