Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mûstafa Karasû: ‘Divê Kurd li her dera lê ne li hemberî çekên kîmyewî qiyametê rakin’

 

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
KESÊN LI XELÎFANÊ HEVALÊN ME QETIL KIRINE EM DIZANIN KÎ NE

Endamê Konseya Rêveber a KCK Mûstafa Karasû, di bernameya Taybet a Televîzyona Medya Haberê de mijarên di rojevê de nirxand.

Kemîna PDK’ê ya li Xelîfanê ku li hemberî gerîla danî mijareke sereke bû ku Mûstafa Karasû li ser sekinî.

Mûstafa Karasû diyar kir ku derbarê kesên li xelîfanê gerîlayan qetilkirine de agahiyên zelal di destê wan de hene.

Buyera li Xelîfanê bi rastî jî buyereke cidî ye û hê jî daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Bêyî ku hişyariyekê bikin komek hevalên me qetil dikin, ev rêbazeke dijminane ye.

Agahiyek rast ku me bidest xistiye heye.

Ev pêşmergeyên bi navê Roj, demeke kin berî buyera Xelîfanê bi telefonê li malbatê xwe yên li Rojava digerin û dibêjin;

‘PKK’yî hatine Xelîfanê em ê bi ser wan de herin.’

Tê fêhmkirin ku yên li Xelîfanê hevalan qetil kirine ne hêzên hikumetê ne.

Raste rast hêzên taybet ên PDK’ê û ev çeteyên bi navê pêşmergeyên Roj in.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
SIYASETEKE KURD A BI VÎ AWAYÎ NABE, DIVÊ PDK HESABÊ XELÎFANÊ BIDE

Mûstafa Karasî bibîr xist ku ev hêzên Roj ne fermî ne, lê mesaşê wan ji pereyê gel tê dayîn.

Bi van polîtîkayan wê PDK bi xwe re gelê Kurd jî bi qedîne;

Bi rastî jî; ev tişta ku PDK kiriye, tê zanîn wê çawa di dîrokê de cih bigire.

Tevî gelê Kurd wê PDK xwe jî biqedîne.

Dewleta Tirk pêşengê dijminatiya Kurdan e.

Siyaseteke Kurd, ku bi vî awayî di xizmeta dewleta Tirk a dagirker de be nabe.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
DEWLETA TIRK NIKARÎBÛ BERXWEDANA GERÎLA BIŞKÎNE, BI MEHANE ÇEKÊN KÎMYEWÎ BIKAR TÎNE

Mûstafa Karasû, bi berdewamî bal kişand ser bikaranîna çekên kîyewî ya dewleta Tirk a li dijî gerîla.

Piştî ku tu amûrên şer bibandor nebûn, dewleta Tirk vêcarê serî li çekên kîmyewî û xazên jehrîkirî da.

Bi mehan e ev tê gotin, lê tu kes nakeve tevgerê.

Şerekî bi vî awayî nabe!

Tu nikarî li hemberî gerîla çekên kîmyewî û xazên jehrîkirî bikar bînî.

Jixwe îradeya eskerên Tirk ku karibin derkevin pêşberî gerîla tine ye.

Şerekî ku rû bi rû û sing bi sing li hemberî gerîla bike nema ye.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
DIVÊ KURD LI HER DERA LÊ NE LI HEMBERÎ ÇEKÊN KÎMYEWÎ QIYAMETÊ RAKIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, bi mijarê ve girêdayî ev bang li gelê Kurd kir;

Divê gelê Kurd li her dera lê dijî, li hemberî bikaranîna çekên kîyewî qiyametê rake.

Li hemberî qehremaniya Kurd nikarin li ber xwe bidin direvin.

Ji ber ku gerîlayên me hemû fedaî û bi ruhê fedaîtiyê şer dikin.

Jixwe ji ber ku di vî şerî de têk diçe serî li çekên kîmyewî dixe.

Ji ber ku li hemberî gerîla bêçare maye, nikare pêş de biçe serî li van çekan dixe.

Divê ev weke tiştekî ji rêzê neyê dîtin, geîla li ber xwe dide û wê bide.

Lê li hemberî gerîla çekên kîmyewî hene.

Divê piştgiriya berxwedana gerîla bê kirin.

Ev êrişên çekên kîmyewî werin sekinandin.

Ji ber vê yekê jî gelê me yê li Ewrupa divê qiyametê rake, ciwanên me divê qiyametê rakin.

Ku di vê demê de jî piştgirî nedin gerîla wê kengî bidin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv