Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mûrat Karayilan: Serkeftina komploya navneteweyi tê wateya qirkirina gelê Kurd 19.02.2021

 

MURAT KARAYILAN JI RADYOYA DENGÊ WELAT RE AXIVÎ:
SERKEFTINA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ TÊ WATEYA QIRKIRINA GELÊ KURD

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan ji Radyoya Dengê Welat re axivî..

Hevpeyvîn beriya hewldana dagirkirina Garê hatiye kirin..

Mijara pêşî ya hevpeyvîna endamê komîteya rêveber, salvegera komploya 15’ê Sibatê bû..

Murat Karayilan di salvegera 22’an de encama komploya li dijî rêber Apo wiha şîrove kir:

Hêzên ku beriya 22 salan li dijî rêbertiya me ev komploya bê bext amade kirin, hê dest ji armancên xwe bernedane. Di serî Amerîka, hêzên cihê xwe di nava komplo de girtine, li hemberî gelê Kurd sûc kirin.

Hê jî ev hêz ne alîgirin ku pirsgirêka Kurd çareser bibe.

Di be ku di nava 22 salên derbasbûyî de bi saya têkoşîna rêveber Apo, gerîlla û gelê Kurd komplo negihiştibe armancên xwe. Lê em nikarin bêjin ku bi temamî têk çûye.

Lewma niha jî tê xwestin ku komplo were zindîkirin. Ji xwe êrişên li dijî tevgera me nîşaneya vê yekê ne.

Li hemberî van hewldanên tinekirinê, firkir, raman û paradîgmaya ku rêber Apo pêşxistî, bûn asteng.

Lewma em dikarin bêjin ku komplo biser neketiye. Ji xwe serketina komployê tê wateya qirkirin gelê Kurd. Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî komployê. di heman demê de têkoşîna parastina hebûna netewa Kurd e.

MURAT KARAYILAN JI RADYOYA DENGÊ WELAT RE AXIVÎ:
NE TENÊ KURD, GELÊ CÎHANÊ JÎ LI RÊBER APO XWEDÎ DERDIKEVIN

Têkildarî kampanyayê navneteweyî yên ji bo azadiya Rêber Apo jî, Murat Karayilan wiha axivî:

Di serî de derdorên kedkar, sendîkayên karkeran û rêxistinên civaka sîvîl, îro beşeke girîng ji gelê cîhanê daxwaza azadiya Rêber Apo dikin.

Ev derdor, paradîgmaya rêbertiya me, ji bo xwe weke rêya xelasiyê dibînin û lewma Rêber Apo weke Mandelayê serdemê binav dikin.

Gelê Kurd jî bi salane ji bo azadiya rêbertiya xwe berdêlên herî giran dane û hê jî dide. Li bîra me ye tenê di sala 2019’an 7 ji wan li zindanan, 9 kes şehîd bûn. Niha jî berxwedanên girtiyên azadiyê dewam dike.

Lê tevî vê yekê, em dikarin bêjin ku çalakiyên me ên ji bo azadiya Rêber Apo hê jî kêm min. Bi taybet ez vê yekê ji bo tevgera me dibêjim. Bi qasî dihate xwestin me fikr û ramenên rêbertiya xwe li cîhanê belav nekir.

MURAT KARAYILAN JI RADYOYA DENGÊ WELAT RE AXIVÎ:
OPERASYONÊN ZIVISTANÊ YÊN DIJMIN, BÊ ENCAM MAN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê di hevpeyvîna xwe de encama opersyonên zivistanê yên artêşa Tirk jî bi berferehî nirxand û wiha got:

Artêşa dagirker 8 operasyon pêk anîn. Heta niha ti encameke ber bi çav bidest nexistine. Berovajî têk çûn.

Bi taybet li Çiyayê Agirî darbên giran xwarin. Bê goman artêşa Tirk encama van operasyonan ji civakê vedişêre. Wek tê zanîn operasyona li herêma Licê pir mezin kirin. Lê li wir jî darbên giran xwarin.

Heman tişt li Mêrdîn û Amanson jî xwe da der.

Weke encam em dikarin bêjin, operasyonên artêşa dagiker ên zivistan negihiştin armancên xwe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv