Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mûrat Karayilan hevpeyvîneke berfireh da Yenî Ozgur Polîtîkayê

 

MÛRAT KARAYILAN HEVPEYVÎNEKE BERFIREH DA YENÎ OZGUR POLÎTÎKAYÊ
BEŞA PÊŞÎ YA HEVPEYVÎNÊ BI SERNAVÊ “DAGIRKERIYA TIRK ROTAYA DAIŞ’Ê GUHERT” HAT WEŞANDIN

DAIŞ çawa derket holê?

Piştî tevgera gelan a “Bihara Ereban” gelek rêxistinên xwe weke selefî bi nav dikin derketin holê.

Van rêxistinên qaşo “îslamîst” bi hovîtiya xwe deng vedan.

DAIŞ jî di nava van de weke rêxistineke ji rêzê xuya dikir û ji nişka ve hat mezinkirin.

Bi taybetî destpêka 2014’an dewrgirtina hin deveran ji aliyê DAIŞ’ê ve ji rêxistinên din bi tevahî projeyek bû.

DAIŞ’ê 11’ê Hezîrana 2014’an tenê bi operasyonekê Mûsila bi 33 hezar leşkerî dihat parastin bi dest xist.

Bi hezaran leşkerên Iraqê hatin înfazkirin.

Têkiliya rêjîma AKP’ê ya bi DAIŞ’ê re çiye?

Jixwe bi awayekî îdeolojîk AKP û ev zihniyet xizmên hev in.

Heke têkiliya wan nebûya, çawa dikarîn ji Ewrûpayê bi rehetî biçin Enqerê…

Ji wir jî bi karwanên wesaîtan ji sînor derbas bibin û biçin heta bi Reqayê.

Çima DAIŞ’ê ji nişka ve berê xwe da Kurdistanê?

Serkirdeyên DAIŞ’ê di vî warî de xetayeke mezin kirin… Li dewleta Tirk guhdarî kirin.

Dewleta Tirk pîlana DAIŞ’ê ya çûyîna Bexda û Şamê guhert û berê wê da Kurdan.

Ev yek bi nivîsên navxweyî yên di nava DAIŞ’ê de hatiye belgekirin.

DAIŞ’ê bi daxwaza dewleta Tirk berê xwe da Kobanê.

Êrişa li dijî Şengal, Mexmûr, Hewlêr û Kerkûkê jî di heman çarçoveyê de ye.

We kengî xeteriya li ser Başûrê Kurdistanê ferq kir û we çikir?

Pêşî Rêber Apo ev xeterî destnîşan kir.

Bi taybetî perspektîfên wî hebûn, ku li ser Şengalê û Êzîdiyan gefeke mezin heye û divê ew der bê parastin.

Ev ji bo me talîmatek bû.

Me ev xeterî ji PDK û YNK’ê re ragihand û me pêşniyara şandina hêzê kir.

PDK’ê got, na li Şengalê bi hezaran pêşmergeyên bi çekên giran rextkirî hene û pêwîstî bi vê yekê nîne.

YNK’ê jî got, niha pêwîstî nîne, heke çêbû, em ê ji we re ragihînin.

Weke PKK’ê me jî pîlana xwe kir û 12 hevalên xwedî tecrûbe me şandin Şengalê.

Me 2 komên hevalan şandin Mexmûr û Kerkûkê jî.

Dema DAIŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an li dijî Şengalê dest bi êrişê kir, heval Dilşêr Herekol xwe gihand biryargeha me.

Heval Dilşêr got, “em amade ne”

Li ser vê yekê me jî tabûreke din a gerîla ber bi Şengalê ve şand.

Hevalan tevî YPG’ê bi sedhezaran Êzîdî ji fermanê rizgar kirin.

Û bi fermandariya Egîd Civyan 120 hezar Êzîdî bi vekirina korîdorê derbasî Rojava bûn.

DAIŞ’ê bi gotina “hûn kî ne…? dewlet nikarin xwe li ber me ragirin, hûn kî ne û wisa li ber xwe didin” êrişeke berfireh bir ser korîdorê.

YPG’ê li herêma Cezaayê di parastina vê koorîdorê de bi qasî 80 şehîd dan.

3 mehan gel û hevalên me li çiyayê Şengalê di dorgirtinê de man û dîsa jî DAIŞ’ê ti êriş bi ser nexist.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv