BÛYERA 5’Ê HEZÎRANÊ YA LI METÎNA
MÛRAT KARAYILAN ENCAMA LÊKOLÎNÊN XWE YÊN TÊKILDARÎ BÛYERÊ EŞKERE KIR
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, têkildarî buyera 5’ê Hezîranê ku li dijî maşîneya hêzên PDK’ê pêk hat de jî agahiyên girîng parvekir.
Mûrat Karayilan, diyar kir ku buyerê lêkolîn kirine û eşkere kir ku buyer ji aliyê gerîlayan ve pêk nehatiye.
Got; Ev seyare ne tiştekî wisa ye bi çekên ferdî were teqandin.
ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê MURAT KARAYILAN:
KESÊN DI BÛYERÊ DE BÛNE QURBANÎ ŞEHÎD IN Û JI BO XATIRÊ WAN LAZIME MIJAR ZELAL BIBE
Kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dane jî weke şehîd ragihand û ji malbatên wan re sersaxî xwest.