Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mûrat Karayilan: Dewleta Tirk dixwaze destkeftiyên Kurdan kontrol bike

 

LI ZAP, METÎNA Û AVAŞÎNÊ ŞERÊ GIRAN Ê LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
MÛRAT KARAYILAN: DEWLETA TIRK DIXWAZE DESTKETIYÊN KURDAN KONTROL BIKE

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan bi rêya bêtêlê ji bo 1’ê Gulanê roja karkeran xîtabî gerîlayên li Metîna, Avaşîn û Zapê kir.

Ev roj li tevahiya gerîlayan pîroz kir.

Şehîdên Meha Gulanê hemû di şexsê Hakî Karer de bi bîr anîn.

Mûrat Karayilan da zanîn, ku berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê ne berxwedaneke ji rêzê ye.

Û destnîşan kir, ku dewleta Tirk ji bo hesabên xwe yên qirêj û bicihanîna wan vî şerî dike.

Dîsa jî heta niha ti serketinek bi dest nexistin.

Niha jî dixwazin şer li Herêmên Parastinê yên Medyayê kûr bikin, gerîla ji herêmê derxin û wir dagir bikin.

Dixwazin bi vî rengî destketiyên Kurdan bixin kontrola xwe.

LI ZAP, METÎNA Û AVAŞÎNÊ ŞERÊ GIRAN Ê LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
MÛRAT KARAYILAN: ERDOGAN HEBÛN Û PAŞEROJA XWE DI VÎ ŞERÎ DE DIBÎNE

Ji bo emrê xwe dirêj bike, yê li ser desthilatdariyê êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.

Hebûn û paşeroja xwe di vî şerî de dibîne.

Heke têk biçe, wî wextî wê rêjîma AKP-MHP’ê bi temamî hilweşe.

Bêguman têkçûyîna wan, wê bibe serdemeke nû û destketiyeke mezin ji bo gelê me û gelên Tirkiyê.

Şer li çiya ye, lê wê bandora wê li tevahiya Tirkiyê û herêmê bibe.

LI ZAP, METÎNA Û AVAŞÎNÊ ŞERÊ GIRAN Ê LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
MÛRAT KARAYILAN: TEVÎ BIKARANÎNA TEVAHIYA TEKNÎKA XWE TI ENCAM BI DEST NEXISTIN

Fermandarê Biryargeha Navendî da zanîn, ku divê nêzîkatiya li vî şerî ne taktîkî stratejîk be.

Gelek firsendên di vê dema herî qels a dijmin de em bi kar bînin heye.

Heke dijmin bişike, wê encamên mezin werin bidestxistin.

Ev 8 roj in, tevî ku tevahiya teknîka xwe bi kar anîn jî ti encam bi dest nexistin.

LI ZAP, METÎNA Û AVAŞÎNÊ ŞERÊ GIRAN Ê LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
MÛRAT KARAYILAN: SERKETINEK HEYE, LÊ DIVÊ HEVAL NEKEVIN BER BAYÊ SERXWEŞIYA SERFIRAZIYÊ

Fermandar Karayilan her wiha da zanîn, ku çeteyên ji Sûriyê anîne herêmê û di şerê li dijî gerîla de bi kar tînin.

Destnîşan kir, ku ji aliyê tevgera azadiyê ve di şerê heta niha de serketinek hatiye bi destxistin û ev hişyarî kir:

Lê divê heval nekevin ber bayê serxweşiya serfiraziyê.

Ev hê destpêke û divê em gelekî baldar tevbigerin.

Gerîla her kêlî bi berxwedana xwe li dijmin dixe.

Em ê bi vî rengî dijmin têk bibin.

LI ZAP, METÎNA Û AVAŞÎNÊ ŞERÊ GIRAN Ê LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
MÛRAT KARAYILAN: BILA HÊZÊN BAŞÛR ALÎKARIYÊ NEDIN DIJMIN!

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel hêzên Başûrê Kurdistanê jî hişyar kirin û wiha got:

Ditirsin dengê xwe li dijî dijmin derxînin.

Ev jî ne pirsgirêke, lê bila alîkariyê nedin dijmin û dev ji vê yekê berdin.

Bila têkoşîna gerîlayên egîd bibînin.

LI ZAP, METÎNA Û AVAŞÎNÊ ŞERÊ GIRAN Ê LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
MÛRAT KARAYILAN: ÇALAKIYÊN LI KANÎMASÎ Û ŞÊLADIZÊ HIŞYARIYEK BÛN

Mûrat Karayilan çalakiyên hêzên gerîla yên li dijî baregeha Tirk a li Kanîmasî û hêzên Şehîd Bedrangundikremo li dijî Baregeha Tirk a li Şêladizê bi bîr xistin û ev hişyariya girîng kir:

Ev hişyariya wê yekê bû, ku divê dagirkerên li Başûr bi cih bûne, nekevin tevgerê û beşdarî vî şerî nebin.

Heke ev hêz beşdarî vî şerî bibin wê bibin hedefa hêzên me.

Em bawer dikin, ku ev peyama me gihiştiye cihê xwe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv