Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mîthat Sancar: Niha tam wextê geşkirina têkoşînê li dijî faşîzmê ye 25.09.2020

 

TEVGERA QIRKIRINA SIYASÎ YA BI NAVÊ “KOBANÊ”
MÎTHAT SANCAR: DADGERÎ BÛYE DARÊ DESTÊ DESTHILATDARIYÊ

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê li ser tevgera qirkirina siyasî bi awayekî awarte li hev civiya.

Beriya civînê Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar tevî parlementer û rêveberên HDPê li ber navenda giştî ya partiya xwe daxuyaniyek da û derheqê sedemên êrişên li ser partiya xwe de tesbîtên balkêş kir.

Sancar dibêje: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê hê jî serkeftina Kobanî hezim nekiriye, lewma dixwaze tolê jê bigire.”

Li gorî Sancar: “Ev rejim çiqasî têk diçe, ewçendî êriş dike û ev zordarî jî nikare rejimê xilas bike; tam berovajî wê hê bêtir dixe bin erdê.”

Rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê li dijî HDP’ê tevgera qirkirina siyasî li darxist û bi dehan siyasetvan kirin binçavan.

Li ser vê yekê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê bi awayekî awarte li hev civiya.

Beriya civînê Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar, tevî parlementer û rêveberên HDP’ê li ber navenda giştî ya partiya xwe daxuyaniyek da.

Hevserokê HDP’ê destnîşan kir ku AKP her gotina Devlet Bahçelî weke talîmatekê dinirxîne û kesên ew dixwaze werin berdan berdide.

Mîthat Sancar anî ziman ku ji dadgeriya heyî re mirov nikare bêje dadgerî û got, mirov bêje darê destê desthilatdariyê çêtire.

TEVGERA QIRKIRINA SIYASÎ YA BI NAVÊ “KOBANÊ”
MÎTHAT SANCAR: JI BER KU YEKANE HÊZA GUHERTINÊ HDP YE DI TIRSA XWE DE NEHEQ IN

Hevserokê HDP’ê Serhiladana Kobanê ya 6-7-8’ê Cotmeha 2014’an bibîrxist û got, ji ber polîtîka û êrişên desthilatdariyê şidet belav bû.

Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’ê, serketina HDP’ê ya 7’ê Hezîrana 2015’an jî bibîrxist û got, li hemberî girtin û binçavkirina hevserok û parlementerên me, HDP’ê çok ne danî.

Ji ber ku desthilatdarî dizane yekane hêza pê bide windakirin HDP ye jê ditirse.

Ne neheqe, ji ber ku HDP’ê di du hilbijartinan de têkçûyîn nîşanî wê da.

Çiqasî têk diçin ewçendî êriş dikin û çiqasî êriş dikin jî zêdetir têk diçin.

TEVGERA QIRKIRINA SIYASÎ YA BI NAVÊ “KOBANÊ”
MÎTHAT SANCAR: NIHA TAM WEXTÊ GEŞKIRINA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ YE

Mîthat Sancar destnîşan kir, ku desthilatdarî dixwaze bi van tevgeran HDP’ê bêkêr û bêbandor bike û got, li pişt me piştgiriya gel heye.

Di dilê me de bawerî û di têkoşîna me de mafdariya me bidome, wê ti hêz nikaribe HDP’ê têk bibe, bêbandor û tine bike.

Hevserokê HDP’ê deklerasyona partiya xwe ya ji bo avakirina eniyeke dij-faşîzmê bibîrxist û banga xurtkirina wê kir.

Divê niha têkoşîn geştir bibe û niha tam wextê wê ye. Em bi derengî bikevin dîsa emê bi ser kevin, lê wê berdêla wê girantir be.

Ji ber vê yekê divê em bi derengî nexin.

Mîthat Sancar bibîrxist, ku wan gelek caran daxwaza lêkolînkirina çalakiyên ji bo Kobanê ji Meclîsê kirine û got, lê partiyên desthilatdariyê red kirin.

Ji ber ku dizanîn dema heqîqet derkeve holê, wê vê probagandaya qirêj ji dest bidin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv