Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mîthat Sancar: Em dizanin, ku li hemberî faşîzmê em ê li ber xwe bidin 10.01.2021

 

CIVÎNA MECLÎSA HDP’Ê
MÎTHAT SANCAR: EM DIZANIN, KU LI HEMBERÎ FAŞÎZMÊ EM Ê LI BER XWE BIDIN

Meclîsa HDP’ê bi Serokatiya Mîthat Sancar li navenda giştî kom bû.

Hevserokê HDP’ê di civînê de axivî.

Mîthat Sancar bal kişand ser zêdebûna êrişên li dijî HDP’ê…

Di hedefa êrişan de ne tenê HDP heye.

Ev êriş li dijî tevahiya gelên Tirkiyê pêk tên.

Ji ber ku HDP li ber xwe dide, hewl didin wê bêbandor bikin.

Bi sernakeve û wê bi sernekeve.

Em ji vê yekê bawer in.

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand ser doza qirkirina siyasî ya bi navê Kobanê û îdîanameya derheqê siyasetvanan de hatî amadekirin…

Ti hovîtî, bêhiqûqiyek nîne ku ev rêjîm berê xwe nediyê.

Divê em armanca wan a siyasî baş bibînin û amadekariyên xwe li gorî wê bikin.

AKP di serhildana 6-8’ê Cotmehê ya Kobanê de ji kuştinan berpirsyar e.

Êrişan dikin, qedexeyan datînin lê dikin û nakin nikarin bi ser kevin.

Ji ber ku HDP xwedî piştgiriyeke xurt a gel e.

Doza 6-8’ê Cotmehê dişibe, doza Leîpzîgê ya Hîtler ji bo dîktatoriya xwe bi kar anî.

Derket holê, ku Naziyan bixwe parlemento şewitandine.

Paşê ev yek ji bo tasfiyekirina hêzên şoreşger û muxalefetê weke hincetekê bi kar anîn.

Heke di pîlana xwe de serketî be, dibe ku zivistaneke bêdawî dest pê bike.

Lê, em dizanin ku em ê li ber xwe bidin.

Divê ev mesele tenê ji HDP’ê re neyê hiştin û tevahiya hêzên demokrasiyê li ber vê yekê rabin.

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar herî dawî got, wê li her qadê HDP li ser piyan bimîne û sala 2020’an bibe sala avakirinê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv