Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mîthat Sancar: Desthilatdarî bi dijminahiya li Kurdan xwe li hev digre

 

HEVSEROKÊ HDP’Ê LI WANÊ AXIVÎ
MÎTHAT SANCAR: DESTHILATDARÎ BI DIJMINAHIYA LI KURDAN XWE LI HEV DIGIRE

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar li avahiya rêxistina partiya xwe ya Wanê civîna çapemeniyê li dar xist.

Sancar di derbarê êr]şin li dijî sivîlan de wiha got:

“Soylû dibêje ku îşkence û bûyerên kiryar nediyar pêk nayên. Tenê li Colemêrgê di çend salên dawî de yanî di serdema wezîrtiya wî de 3 jê zarok 15 kesan di encama gulebarana esker û polîsan de jiyana xwe ji dest da.”

Di dewma axaftina xwe de Sancar bal kişand ser sedemên êrişkariya dewleta tirk û wiha pêde çû:

“Çar roj berê li Rûbarokê şivanek hat birîndarkirin. Em sedemên van bûyeran jî çavkaniya wan jî baş dizanin. Kurdan wek ku mafê wan ê parastinê nîne dibînin. Di esasê xwe de ev pergal li ser dijminatya kurdan hatiye avakirin. Niha tişta ku şirîkên îqtidarê li ba hev digire, dijminatiya kurdan e.”

HEVSEROKÊ HDP’Ê MÎTHAT SANCAR:
DI NAVA DEWLETÊ DE RÊXISTINÊN DER-YASAYÎ AVA DIKIN

Di dawiya axaftina xwe de Hevserokê HDP’ê li ser têkiliyên dewlet û mafyayê wiha got:

“Konsepta êrişên 1993’yan dijitiya Kurdan bû. Bi vê polîtîkayê hezaran gund hatin şewitandin û hilweşandin. Bi milyonan kes koçber bûn. Bi hezaran însan hatin windakirin û kuştin. Ji bo van qirêjiyên xwe bidomînin jî pêdiviya wan bi têkiliyên qirêj heye. Di nava dewletê de rêxistinên der-yasayî ava dikin, bi mafyayê re kar dikin. Ne mimkin e bi awayekî din şer bi rê ve bibin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv