Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mîthat Sancar Bersiva da Meral Akşener

 

Îro li meclîsa Tirk civîna koma partiya HDP’ê hebû.
Di civînê de hevserokê partiyê Mîthat Sancar axivî û darbeya 4’ê mijdarê nirxand.
Mîthat Sancar got, desthilatdariya ku pîlana çokdanînê xistibû dewrê, li ber têkçûnê ye.
Şoreşa Rojava jî wekî şoreşa jinan nirxand û roja Kobanê ya Cîhanê silav kir.
Sancar bersiv da seroka partiya ÎYÎ Meral Akşener jî.

CIVÎNA KOMA HDP’Ê
SANCAR: KOBANÊ CIHÊ ŞOREŞA JINAN Û GELAN E

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di civîna koma partiya xwe de darbeya 4’ê mijdara 2016’an, berxwedana li dijî faşîzma AKP-MHP’ê, roja Kobanê û mijarên rojevê nirxandin.

Sancar di serî de Roja Kobanê ya navnetewî pîroz kir û ev peyam dan:

Kobanê tenê DAIŞ asteng nekir. Di heman demê de tovê jiyana azad û wekhev çand. Beramberî kesên gotin “Kobanê li ber ketinê ye” Kobanê li ser piya ye. Kobanê cihê şoreşa jinê pêk anî û cihê afirandina şoreşa gel e. Lewma em careke din şoreşa Kobanê silav dikin.

SALVEGERA DARBEYA 4’Ê MIJDARA 2016’AN
SANCAR: XWEDIYÊN PLANA ÇOKDANÎNÊ LI BER TÊKÇÛNÊ NE

Sancar darbeya 4’ê mijdara 2016’an wekî hewldana dîlgirtina siyasî û êrişa li dijî îradeya gel nirxand û got:

Di nava 5 salan de zêdetirî 10 hezar hevalên me girtin. Bi wê darbe û plana çokdanînê xwestin HDP’ê têk bibin. Lê belê HDP her çû mezin bû û veguherî aktora siyasî ya herî xurt. Di heman demê de jî xwediyê plana çokdanînê, anî ber têkçûnê.

SANCAR BERSIV DA MERAL AKŞENER
XWESPARTINA BIN SIYA DESTHILATDARIYÊ RIYA TÊKÇÛNÊ YE

Sancar bersiv da êrişên Seroka ÎYÎ Partî jî û got: HDP bûye hêviya gelan. Ew siberoja azad û demokratîk a gelan e. Kesên gotinên wan ên bêjin nemane, xwe spartine bin siya desthilatdariyê. Bi gotinên desthilatdariyê êrişê HDP’ê dikin. Eger ev gotin rizgarî bûna, wê karibûna vê desthilatdariyê rizgar bikin. Ev yek zelal e. Ew kesên xwe dispêrên desthilatdariya têk diçe, ewên ku bi gotinên desthilatdaran êrîşî me dikin jî we wekî destdilatdaran têk biçin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv