Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mîrza bi giraniya barê xwe zanî bû

Mîrza milîtanek bû ku bi barê xwe yê giran, bi dil û mejiyê xwe hewl dida xizmetê ji şoreşa Kurdistanê re bike.

Piştî salên dûr û dirêj dema ku arşîva çiyayên Kurdistanê li cîhanê hate vekirin, wê jiyanên ewqasî bi wate bêne dîtin ku mirovahî wê hesab ji wan kesan bixwazin ên çav û dilê xwe girtine. Ji ber ku mirovahî wê ti carî dest ji têkoşîna ji bo jiyaneke mirovane bernede û yên ku di vê oxirê de têkoşiyan wê ji aliyê dîrokê ve her tim bi minet, hezkirin û hurmeteke mezin bêne bîranîn.

Em; ên ku hewl didin qala şervanên azadiyê bikin ên li serê van çiyayan têkoşîna mirovahiyê ya bi rûmet didin, kêm be jî dixwazin beşeke ji vê jiyana mezin parve bikin. Di nivîsa xwe ya vê carê de em ê qala gerîla Mîrza Bargiran bikin ku 9 salên xwe li çiyayê Herekolê derbas kir.

Mîrza Sezek (Mîrza Bargiran) sala 1993’an li Sêrtê ji dayik bû. Ji 7 zarokan ê herî biçûk bû. Zarokatiya wî li Sêrtê derbas bû. Mîrza zarokekî asî, bêrawestan, têkoşer bû.

Piştî ku 8 salan çû dibistanê, di dema lîseyê de dest ji dibistanê berda û tevlî karên înşaetê bû. Gihîşt wê baweriyê ku xwendina li dibistanên dewleta Tirk ti wateya xwe nîne û dest ji xwendinê berda. Ji bo karibe li ser lingê xwe bisekine biryar da bixebite. Sedema tevlîbûna li nava karê înşaetê ew bû ku dewleta Tirk bi her cûreyî derfetên kar li Kurdistanê ji holê rakiriye. Sedema duyemîn jî ew bû ku dixwest ji malbata xwe qut bibe û deverên cuda bibîne.

Sala 2009’an lêgerînên şoreşgerî destpê kir. Mîna her Kurdistaniyekî wî jî şahidî ji hovîtiya dewleta Tirk re kir. Tevî ku di nava malbateke berxwedêr û welatparêz de mezin bû, dema lêgerîn û zanebûna xwe weke pêvajoya zindanê ya sala 2010’an pênase kir. Sala 2010’an kete zindanê, piştî 6 mehan azad bû. Sala 2011’an careke din hate girtin û piştî sê mehan hate berdan. Sala 2012’an cara dawî kete zindanê û piştî ku sala 2014’an hate berdan berê xwe da nava refên gerîla.

Salên destpêkê yên gerîlatiyê li çiyayê Herekolê derbas kir. Di demeke kurt de bi perwerdeya şer û jiyanê ya gerîla xwe bi pêş ve bir. Bi jêhatbîbûna xwe gelek kar bi ser xist. Sala destpêkê li eniyên herî pêş kar kir. 9 salên gerîlatiya xwe li her qada Botanê gerîlatî kir. Ji bo wezîfeyên cuda derbasî herêmên din dibû û piştî ku karê xwe diqedand vedigeriya qada xwe Herekolê. Bi çiyayê Herekolê re bû yek û li her qada ku lê dima gelek karên cuda kir. Di vê demê de ji gelek kemîn, operasyon û êrîşên hewayî rizgar bû. Sekna wî ya çalakiyê dibû bersiv li hemberî artêşa dewleta Tirk a mêtinger.

Li çiyayê Herekolê di pêvajoyeke perwerdeya zivistanê de me Mîrza nas kir. Di nava şert û mercên giran ên zivistanê yên Herekolê de wezîfeyên li derve bi cih dianî, ji bo perwerdeya zivistanê berhemdar be çi ji destê wî dihat dikir. Lewma kete dilê hemû hevrêyan.

Dema ku li nava manga xwe bû ne dest, ne çav ne jî zimanê wî disekinî. Her tiştên ku pêwîstiya hevrêyên wî pê hebû, bi afirîneriyeke mezin peyda dikir. Di nava jiyanê de jî bi ceribandinan gelek tiştên xerabûyî çêdikir. Dema ku kar dikir, ji ti sohbetê jî xwe nedida alî. Tenê karê çapemeniyê mabû ku nedikir, lê ji bo piştgiriya vî karî jî çi ji destê wî dihat dikir.

Mîrza milîtanek bû ku bi barê xwe yê giran, bi dil û mejiyê xwe hewl dida xizmetê ji şoreşa Kurdistanê re bike. Mîrza di perwerdeya zivistanê de xwe ji pratîka sala 2022’an re amade dikir. Li gorî wî sala 2022’an wê salên derbasbûyî li pey xwe bihişta, bi têkoşîna gerîla bibûya sala serketinê.

*Yek ji nivîsên Jiyan Amargî ye ku beriya şehîd bikeve amade kir.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv