Bi dirûşma “Bi rengên folklora me, çanda pêkhateyên me dewlemend dibe” îro yekemîn Mîhrîcana Folklorê ya Jinan li ser asta herêmên Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo vejandina folklora erebî ya resen û folklora jinên herêma Firatê, dest pê kir.
Mîhrîcan li Yarîgeha Beledî (Reş) a naverasta Reqayê hate lidarxistin û jin û şêniyên bajarê Reqayê û mêvanên ji herêma Tebqa û bajarên Dêrazor û Minbicê beşdarê bûn.
Her wiha nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê, hêzên leşkerî û ewlekariyê, hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa, şandeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Parastina Civakî (HPC), di mîhrîcanê de amade bûn.
Mîhrîcanê bi axaftina Rêveberiya Jinan a Reqayê Xaliye El-Kecwan dest pê kir. Xaliye lidarixistina mîhrîcana yekemîn a li ser asta herêmê, pîroz kir.
Piştre endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Meryem El-Ebo û bi navê Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Minbicê Nisrîn El-Elî axivîn.
Axaftvanan destnîşan kir ku ev mîhrîcan bi saya ked û têkoşîna jinên azad ên li herêmên erebî ku hêza xwe ji berxwedana li dijî dagirkeran girtin, hate lidarxistin.
Di axaftanan de hate gotin ku bi rêya folklorê ku rengên azadî û demokrasiya rasteqîn nîşan dide, di roja îro de guhertinên bingehîn pêk hatine. Her wiha soz dan ku pêşketina xwe dewam bikin û mîhrîcanên din ên bi vê rengî li dar bixin.
Di mîhrîcanê de, hunermend û tîmên çandî yên ji herêmên cuda beşdar bûne, pêşandanên hunerî yên taybet bi folklora herêmê, pêşkêş kirin.
Her wiha şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) şanoyek li ser lehengî û destkeftiyên jinan ên di berxwedana li herêmê de, pêşkêş kirin.
Mîhrîcan bi pêşandanên hunerî dewam dike.