Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mihemed Seydî: ‘Tevlîhevî û şewitandina ofîsên ENKS’ê’

 

MIHEMED SEYDÎ / WELAT
TEVLIHEVÎ Û ŞEWITANDINA OFÎSÊN ENKS’Ê

Tevlihevkirina herêmê, valakirina deverê ji ciwanan û xirabkirina aramiya xelkê li Rojava erk û wezîfeya wan e.

Ev ne îdia ne, ev rastî û xwemukirhatinên sîxur û endamên ku li ber destê ENKS û MÎT’a tirk dixebitîne.

Gelek caran ji bo herêmê ji ciwanan vala bikin, propaganda ku vaye wê dewleta tirk êrîş bike, rê vekiriye ji bo herin Ewropayê, li Rojava aramî tuneye, dihat kirin.

Dem bi dem jî ji bo Rêveberiya Xweser were reşkirin û PYD bibe hedef, dikanên ku ENKS’ê vekirine û jê re dibêjin ofîs, bi çend molotof û fişekan rastî êrîşan dihatin.

Ev bûyerên bi vî awayî, ger em bala xwe bidinê, dema wan balkêş e.

An şandeyên dîplomasî hatine Rojava û serdana herêmê kirine an jî dema şandeyên Rêveberiya Xweser û dîplomasiya wê li derve hevdîtinên girîng ji bo naskirina rêveberiyê dikin, pêk hatine.

Gelek caran di dema hevdîtinên PYNK û ENKS’ê de ji bo yekrêziyê bi înîsiyatîfa Fermandarê HSD’ê Mazlûm bi amadebûna berpirsên amerîkî ev ofis hatine şewitandin û yekser PYD hatiye sûcdarkirin.

Lê em bala xwe didin hemû şewatên ku li van deverên ENKS’ê qalê dike, dibînin ku tenê bi nav şewat e, bêyî ku li ser bûyerê lêkolîn were kirin, serkirdeyên ENKS’ê derketine û xîtaba xwe ya ku berê diyar e wê çi bêjin, kirine.

Herî dawî dema şandeyeke MSD’ê û pêkhateyên Rêveberiya Xweser li Amerîkayê hevdîtin dikirin, ji bo xelkê herêmê û aramiya deverê dîplomasî dimeşandin, ENKS’ê di bin navê bilindbûna nirxê mazotê de kombûnên bêyî destûr organîze kirin û êrîşî PYD’ê û Rêveberiya Xweser kir.

Hemwextî vê yekê, Erdogan jî li Amerîkayê bû û ji bo destûra ji holê rakirina Rêveberiya Xweser bigire di nava tevgerê de bû.

Rastiya şewitandina van ofîsan, Ebdilbarî Osman yek ji sîxurên MÎT’a tirk e ku bi ENKS’ê re dixebitî û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin, tîne ziman. Ev mikurhatin di Ronahî Tv de hatin weşandin û tê de hevdîtinên di nava ENKS û îstîxbarata rejîmê ku li balafirgeha Qamişloyê çêbûne jî tê ziman.

Ev kes sîxurê MÎT’ê ye, zilamê ENKS’ê ye û haya wî ji hevdîtinên bi îstîxbarata bi rejîmê re jî heye. Wê demê em dikarin bibêjin ku ev tevliheviya ku li Rojava dixwazin derxin, bi koordîne di nava ENKS, MÎT û rejîmê de pêk tên.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv