Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mihemed Emîn Pencewînî: Tirkiyê dixwaze di navbera Kurdan de şerê navxweyî derbixe 24.01.2021

 

MIHEMMED EMIN PENCEWÎNÎ ARMANCÊN TRIKIYÊ ŞÎROVE KIR:
TIRKIYE DIXWAZE DI NAVBERA KURDAN DE ŞERÊ NAVXWEYÎ DERBIXE

Li Başûrê Kurdistanê mêzina siyasetê li gorî tekiliyan şekil diguherîne.

PDK dema bi Tirkiyê re tekiliyên xwe germ dike bi PKK’ê re aloz dike.

Di vê demê de Tirkiyê giraniyeke mezin daye ser başûrê Kurdistanê.

Şandeya Tirkiyê ku di nava wan de wezirê Parastinê Xulusi Akar û serfermandarê bilind Yaşar Guler jî hebûn hefteya borî li başûr, bi rêvebirên PDK’ê re yek bi yek hevdîtin pêkanin.

Rewşenbîr û Siyasetmedarê xwedî tecrube Muhemmed Emin Pencewînî ku demekî di navbera PKKê û dewleta trik de navbeynariyê kiribû nêrina xwe ya derbarê van hevdîtinan de ji rojnameya Yeni Yaşamê re eşkere kir.

Pencewînî da zanîn îro dewleta tirk ji bo PKK ji heremên Qendil û Zagrosan bide derxisitin zoreke mezin dide ser hukumeta başûr û bibirxist ku îro li başurê Kurdistanê derdora 25 baregehên eskerî yên dewleta trik hene ev jî cureyeke dagirkeriyê ye. Herî dawî hêzeke xwe yê mezin li herema Duhukê jî bi cîh kir.

Pencewînî armanca Dewleta tirk û helwesta PDKê wiha şîrove dike:

“Tirkiye pir vekirî dixwaze di navbera kurdan de şerekî navxweyî bide derxistin. Gelê Kurd bi tevahî li dijî şer pir caran banga diyalogê kir. Lê pêk nehat. Ji ber ku di navbera PKK û PDK de nakokiyên îdeolojik, siyasî û ramanî hene. Li bakur û başûr kîjan ji van hêzan bêtir mezin bibe yê din qels dibe.”

MIHEMMED EMIN PENCEWÎNÎ ARMANCÊN TRIKIYÊ ŞÎROVE KIR:
TIRKIYE DIXWAZE GAZ Û PETROLA BAŞÛR BIXE BON KONTROLA XWE

Mehemed Emin pencewînî di dagirkirina başûrê Kurdistan de bal kişand ser armanceke din ya Tirkiyê, ew jî ewe ku bi bahaneya şer dixwaze bi temamî li başûr bi cîh bibe û dest dayne ser enerjiya xwezayî weke gaz û petrolê.

Pencewînî da xuya kirin ji bo ev armancên dewleta tirk pêk neyên û ji bo çareseriya nankokiyên navxweyî ji bilî diyalogê ti rêyeke din tine.

Derheqê Şengalê de jî Pencewînî got peymana di navbera PDK û Bexdayê de li ser daxwaza Tirkiyê pêk hatiye û armanc ewe ku hêzên nêzê PKK’ê ji heremê bidin derxistin.

Pencewînî bal kişand ser ji nû ve zindîbûna DAIŞê û da zanîn eger ev hêzên şervan yên nêzê PKKê ji Şengalê bên derxistin gelê Ezidî dîsa bi komkujiyeke nu re rû bi rû tê hîştin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv