Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Meral Çîçek: Têkiliya bi dewleta tirk re, ji Başûr re zerar e 16.12.2020

 

MERAL ÇÎÇEK / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
TÊKILIYA BI DEWLETA TIRK RE JI BAŞÛR RE ZERAR E

Di navbera Rêveberiya Başûr bi Bexdayê de pirsgirêka butçeyê heye. Ev qeyraneke sereke ye û têkiliya wê jî bi Dewleta Tirk re heye. Têkiliyên Hewlêr û Enqerê hişt ku pirsgirêkên wan bi hukûmeta Iraqê re kûr bibin. Têkiliyên hukûmeta Iraqê û yên herêma Kurdistanê ti carî li ser bingeheke demokratîk nemeşiyan.

Sala 2007’an bi navbeynkariya Amerîkayê peymanek di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbû. Li gorî peymanê wê firotina petrol û gazê di bin kontrola Iraqê de be û hatina wê jî ji Iraqê re be. Ji hatinê jî wê 17 ji sedî butçe bidin rêveberiya Başûr. Ma gelo çi têkiliya wê bi demokratîkbûnê re heye ? Ewqas dewlemendiya binerd a li Kurdistanê didin Iraqê. Piştî bi demekê jî Hewlêrê bi Dewleta Tirk re têkilî danîn û bazirganiya petrolê dest pê kir. Hukûmeta Iraqê jî ji ber vê yekê sala 2014’an butçeya Hewlêrê qut kir.

Heman salê DAIŞ’ê li Mûsilê xîlafeta xwe ragihand û bûhayê petrolê ji 112 dolaran daket 62 dolarî. Vê yekê jî hişt ku qeyraneke aborî li Başûr derkeve. Rêveberiya Başûr ji bo bazirganiya bi Dewleta Tirk re peymana bi Iraqê re xera kir.

Dewleta Tirk ji bo ku xweseriya li Başûr negihije statuyekê, gelekî hewl da. Lê piştre Erdogan hat ser desthilatdariyê û cara pêşî serokwezîrekî Tirk serdana Başûr kir. Wekî din wekî serokomar jî Barzanî vexwendin Enqerê. Gelo dibe ku ev guhertineke paradîgmayê be. Nexêr ! Piştî sala 2007’an AKP’ê ji bo hesabên xwe Başûr bi kar anî. Heman salê li dijî Başûr êrişên hewayî zêde bûn û sala 2008’an tevgera dagirkeriyê ya Zapê dest pê kir. PDK di êrişkariyê de cih negirt, lê bi mîmartiya Amerîkayê re li cem Iraq û Dewleta Tirk bû. Ji wê rojê ve li Başûrê Kurdistanê êrişên qirkirinê zêde bûn. Tenê ji sala 2015’an û vir ve bi sedan kes li Başûrê Kurdistanê hatin qetilkirin û dehan gund hatin valakirin. Li ser peymanên Hewlêr û Enqerê ev yek pêk tên.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv