ENDAMÊ ENCÛMENA SIYASÎ YA YNK’Ê MELA BEXTIYAR:
“TIRKIYE DIXWAZE BAŞÛR BIXE QALIBEKÎ, ROJAVA JI HOLÊ RAKE”
Endamê Encûmena Siyasî ya YNK’ê Mela Bextiyar destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze Wîlayeta Mûsil bixe ser Tirkiyeyê û wiha got;
“Xeyala Tirkiyeyê Wîlayeta Mûsilê bixe ser Tirkiyê yan jî peymana ‘Lozanê’ li ser me ferz bike. Ev xeyala Tirkiye hîn jî bi dawî nebûye.”
Mela Bextiyar nêzîkatiyên Tirkiyeyê yên ji bo doza Kurd jî wiha nirxand.
“Tirkiye ji bo mafên demokratîk ên Kurdistanê yek ji welatên herî metirsîdar e.”
Têkildarî nêzîkatiyên Tirkiyê yên ji bo Başûrê Kurdistanê jî got:
”Tirkiye dixwaze Başûrê Kurdistanê bixe nav qalibekî.
Rewşa Rojavayê Kurdistanê tê zanîn. Bêyî ku ti mafekî wê nas bike, hewil dide ji holê rake.”