Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mehmet Alî Ertaş: Qutkirina telefonê perçeyê şerê taybet e 29.03.2021

 

MEHMET ALÎ ERTAŞ / WELAT
QUTKIRINA TELEFONÊ PERÇEYÊ ŞERÊ TAYBET E

Birêz Abdullah Ocalan 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê de tê girtin. Ji 5’ê Nîsana 2015’an heta niha heyet nikare biçe Îmraliyê. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an heta niha parêzer nikarin biçim Îmraliyê. Malbatê herî dawî di 3’ê Adara 2020’an de bi Ocalan re hevdîtin kiribûn. Di 22 salan de Birêz Ocalan yekem car di 27’ê Nîsana 2020’an de bi telefonê axivî. Piştî 11 mehan cara duyemîn di 25’ê Adarê de bi rêya telefonê li Edliyeya Rihayê bi Mehmet Ocalan re axivî. Lê vê carê telefon di deqîqeya 4’emîn de qut kirin.

Birêz Ocalan 22 sal in tenê di 27’ê Nîsanê de mafê telefonê bi dest xist. Axaftina telefonê ya 25’e Adarê jî nîvco qut kirin û destûr nedan berdewam bike. Dema em li beriya pêvajoyê dinêrin, gelê kurd helwest û sekna xwe ya di Newrozê de pir aşkera û zelal anî ziman. Hêrs û biryara xwe ya li dijî tecrîdê anî ziman.

Piştî Newrozê bi 4 rojan ji bo vê daxwaza gel a ji bo Azadiya Birêz Ocalan û bertekên gel ên li dijî tecrîdê bitepisîne û wekî gav avêtibe nîşan bide malbat û Ocalan li ser rêya telefona nîvco dan axaftin. Axaftina telefonê jî di nivî de qut kirin. Axaftin qurmiçandin. Bi qurmiçandina axaftina telefonê dixwazin hevî, daxwaz, bertek û helwesta gel biqurmiçînin. Di vir de peyam û helwestek pir taybet û kûr veşartî ye. Axaftina bi rêya telefonê û qutkirina telefonê perçeyeke şerê taybet ê li ser Ocalan û gelê kurd e.

Divê siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civakî, gelê kurd, akademîsyen, çapemenî, hemû kesên demokrat vê helwesta li dijî Birêz Ocalan û li dijî daxwazên gel baş analîz bike. Eger ev helwest rast û neyên analîzkirin û li gorî wê yekitiyek, helwestek û bertekek xurt dernekeve holê, wekî Birêz Ocalan jî got; “Salek e bi tu awayî hevdîtin nayê kirin. Tişta tê kirin ne di hiqûqa dewletê de ne jî di tu hiqûqek din de heye. Hatina te pir xelet û talûke ye. Dewlet jî pir talûke ye.”

Birêz Ocalan hemû gelê kurd û hêzên demokrasiyê diparêzin hişyar dike. Ev nîşan dide ku tecrîd bêtir kûr dibe û tecrîd bêtir giran dibe û li ser hemû gelan belav dibe. Divê ev rast bê xwendin û li gorî wê gav bên avêtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv