Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mehmet Alî Ertaş: ‘Polîtîkayên şerê taybet’

 

POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET
MEHMET ALÎ ERTAŞ / WELAT

Yek ji şerê taybet ê Tirkiyeyê şerê li dijî çanda kurdan e. Hefteya borî hunermendên NÇM’ê xwestin bi minasebeta 30’yemîn salvegera damezirandina NÇM’ê li Stenbolê şahiyekê li dar bixin. Pêr jî xwestin li Edeneyê şahiyê li dar bixin. Lê reyedarên dewletê destûr nedan şahiyên NÇM’ê yên Stenbol û Edeneyê.

Di heman rojê de ‘Hunermend’ Ahmet Guneştekîn li Birca Keçî ya Sûra Amedê ku ji gelê Amedê re hatibû qedexekirin pêşengeha “Odeya Hafizayê” vekir. Lê di pêşengehê de hat dîtin ku hafizaya kurdan çawa şolî û nepen dike. Di bin navê huner û çandê de çanda kurdan û hafiza kurdan tune dike. Lê rayedarên dewletê ku destûr dan Guneştekîn, şahiya NÇM’ê ya ku çand û hafiza kurdan ronî dike, qedexe kir. Hê jî qedexe dike.

Ev nîşan dide ku hikûmet û dewlet şerekî pir taybet li dijî gelê kurd dimeşînin. Li vir divê kurd bêtir hişyar, baldar û bi rêxistin tevbigerin. Divê kurd bêtir, li bîr û çanda xwe xwedî derkevin û bêtir çand û bîra xwe biparêzin. Tişta herî talûke ew e ku kurdên xwe wekî ‘Hunermend’, ‘siyasetmedar’, ‘rewşenbir’ û ‘Zana’ nas dikin, bi siyaseta li dijî kurdan û hunera ku li dijî çand û nirxên kurdan siyaseta spî pêş dixin. Çanda bişaftinê pêş dixin. Bi jiyan û kiryarên xwe yên ku bûne koleyê kapîtalîzmê, rastiya çanda kurdan reş dikin û berovajî dikin. Şaşiyê wekî rastî û rastiyê jî wekî şaşî nîşan didin. Ev nîşan dide ku bûne destikê bivirê destê dijminên xwe. Lê haya wan jê tune ye.

Siyaset û kiryarên PDK’ê rastiya vê yekê ye. Pêşengeha Ahmet Guneştekîn encama vê yekê ye. Ger ku ne wisa be çima di siyasetê de HDP’ê muxatab nagirin diçin PDK’ê muxatab digirin. Ger ku ne wisa be çima destûrê didin pêşengeha Guneştekîn, lê destûrê nadin şahiya NÇM’ê. Çima destûrê didin çend ciwanên ku di bin kontrol û parastina polîsan de li kolanên Sûrê û Îstîklalê di bin navê ‘Hunerê’ de bişaftinê pêş dixin. Çima destûrê nadin ku hunermendên NÇM’ê li kolanan stranan bibêjin. Çima destûrê nadin ku Devrîm Demîr di mitînga jinan a li Îstasyona Amedê stranan bibêje. Divê her kurd vê rastiyê bibîne û li dijî vê yekê xwedî helwestek polîtîk be.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv