Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mehmet Alî Ertaş: Dem Dema azadiya ziman, çand û ramanê ye

 

MEHMET ALÎ ERTAŞ / WELAT
DEM DEMA AZADIYA ZIMAN, ÇAND Û RAMANÊ YE

Azadiya ziman azadiya çand û ramanê ye. Ku zimanê me azad bibe, dê ramana me jî azad bibe. Ku zimanê me kelepçekirî be, dê raman û fikra me jî tecrîdkirî be. Tecrîda herî mezin jî tecrîda ramanê ye. Jixwe ya dixwazin li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan jî bidin meşandin tecrîda ramanê ye. Piştî ku ziman û raman tecrîd kirin, êdî bi hêsanî dikarin axa me jî warê me jî û xwezaya me jî tecrid bikin. Dikarin bi hesanî talan û wêran bikin û pêşkêşî şîrket û sermayedarên hevkarên xwe bikin. Wekî îro bi destûra PDK’ê li başûrê Kurdistanê dikarin hewl bidin bi hêsanî axa kurdan bifiroşin biyaniyan.

Piştî fikr û felsefeya Birêz Ocalan tecrîd kirin, şer pêş xistin. Talankirin û wêrankirin pêş xistin. Hem wêran dikin hem jî dagir dikin. Ji bo ku Birêz Ocalan nikaribe fikr û projeyên xwe, bi gelê kurd û Rojhilata Navîn re parve bike, bi temamî reya derve li fikrên wî girtine.

Di vê pêvajoya ku pergal, bi her awayî şerê taybet li ser ziman, çand û ramana kurdan pêş dikeve, di şexsê Birêz Ocalan de çand, ziman û siyaseta kurdan tecrîd dike, kurd dîsa dadikevin qadan. Tora Çand û Ziman mîtîngan li dar dixe. Rêxistinên kurdan dîsa berê xwe dide nava gel. Çiqas nûner û rêxistinên demokratîk û mafên mirovan berê xwe bidin nava gel û bi gel re dakevin kolanan, wê ew qas karibin tecrîda li zer ziman, çand û ramanê pûç bikin. Çiqas kurd bi zimanê xwe biaxivin, bi çanda xwe bijîn, wê ew qas tecrîdê bişkînin.

Ku kurd li ziman, çand û pergala modernîteya demokratîk xwedî derketin û pêş xistin, wê demê wateya ku pergal, tecrîdê bidomîne jî namîne. Ji ber vê yekê dem dema azadiya ziman, çand û ramanê ye. Divê bêtir em bi zimanê xwe bi axivin û zimanê xwe azad bikin. Bêtir çanda xwe bijin û çanda xwe azad bikin. Divê bêtir em ramanê xwe bi derdorê re parve bikin û felsefeya xwe azad bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv