“BESE JI QIRKIRIN Û FERMANÊ RE, DEMA XWESERIYÊ YE”
MECLÎSA XWESERIYA DEMOKRATÎK A ŞENGALÊ DEST BI PÊNGAVEKE NÛ KIR
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji bo rewşa dawî ya heremê binirxîne bi awayekî awarte li hev civiya.
Piştî civînê, Rêvebirên meclisa Şengalê bang li rêvebriya Iraqê, saziyên mafê mirovan, Yekîtiya Ewrûpa û Neteweyên Yekbûyî kirin ku xweseriya Şengalê bi awayekî fermî nas bikin.
Piştî civînê bi danezanekê encamnameya hate eşkerekirin û plansaziya dema pêş hate ragihandin.
Danezan ji aliyê hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hico ve hat xwendin.
Rîham Hico balkişand ser hesabên qirêj ên li dijî Şengalê û got, pirsgirêk bi îradeya vî gelî dikare çareser bibe.
Rîham Hico da zanîn hêza rewa ya Şengal û Êzidiyan, YBŞ-YJŞ, asayîşa êzidxanê û sazî û dezgehên MXDŞ’ê ne.
Hevseroka Desteya rêveber a Şengalê Rîham Hico bang li rêvebriya Iraqê, saziyên mafê mirovan, Yekîtiya Ewrûpa û Neteweyên Yekbûyî kir ku xweseriya Şengalê bi awayekî fermî nas bikin.
Rîham Hico îşaret bi vegera gel jî kir û diyar kir ku gel bi vegera Şengalê pîlanên dijmin û neyaran vala derdixe.
Rîham Hico di dawiyê de jî pêngava ‘Bese ji qirkirin û fermanan re dema xweseriyê ye’ ragihand.