Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Meclîsa jinan a HDP’ê: ‘Tu hêviyên jinan ji îktîdarê tine’

 

“JI XIZANIYA JINÊ RE NA”
MECLÎSA JINAN A HDP’Ê: TU HÊVIYÊN JINAN JI ÎKTÎDARÊ TINE

Li Tirkiyê ji ber pergala dewleta Tirk a serdest, jin ji gelek aliyan ve zextê dibînin.

Li aliyekê şîdet, taciz û tecawiz, ev ne bes e, krîza aborî jî bandereke mezin li jinan dike.

Meclîsa Jinan a HDP’ê li Enqerê rapora ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Xizaniya Jinê re NA” amade kirbûn eşkere kirin.

Berdevka Meclisa Jinan Ayşe Acar Başaran axivî û bal kişand ser krîza aborî;

Rêbazên çareseriya krîzê yên hikûmetê ji kûrkirina krîzê û zêdekirina dolar ên alîgirên xwe pê ve tu tişt nekir.

Jin, kedkar û ciwan berdêla herî giran a vê qeyrana kûr didin.

Ayşe Acar Başaran diyar kir ku di nava 11 mehan de 411 jin hatin qetilkirin û wiha got;

Qanûnên parastina jinê nayên bicihanîn.

Bi vekişîna ji Peymana Stenbolê tundî û qetlîamên li ser jinan rewa dibin.

Di nava pakêtên darazê de ne qanûnên ku jinan diparêzin, qanûnên ku jinan paşguh dike de hene.

Berdevka Meclîsa Jinan Kampanyaya “Ji Xizaniya Jinan re NA” jî bibîrxist;

Di çarçoveya kampanyayê de serdana 18 parêzgehan kir.

Em 13 hezar 550 kîlometre rê çûn.

Di vê çarçoveyê de armanca me ya sereke guh bidin xizanî û îstîsmara kedê ya li ser jinan.

Li dijî butçeya tifaqa mêran a AKP-MHP’ê ve hatiye amadekirin, me bi saziyên jinan re hevdîtin pêk anî.

Ayşe Acar Başaran Encamên van hevdîtinan wiha rêz kir;

-Divê jin karibin xwe bigihînin kar û xebata bi ewle.

-Şert û mercên jiyan û xebatê yên jinan bên başkirin.

-Daxwaza konteynirê ya karkerên çandiniyê yên demsalî bên bicihanîn.

-Peymana Kar a Navnetewî ya bi hejmara 177’an a Rêxistina Xebatê ya Navnetewî ji aliyê Tirkiyê ve bê îmzekirin.

-Qadên bazarê ku jinên Suryanî berhemên xwe lê bifiroşin bên avakirin.

-Polîtîkayên dûrxistina civakî û biçûkxistinê yên li ser jinên Roman divê bi dawî bibin.

Meclîsa Jinan a HDP’ê herî dawî peyama “teqez em ê bi ser bikevin” dan.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv