Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mazlûm Ebdî: Eger piştevaniya Kurdan neyê kirin wê DAIŞ bihêz bibe 01.12.2020

 

MAZLUM EBDÎ JI RAGIHANDINA SWÊDÊ RE AXIVÎ:
EGER PIŞTEVANIYA KURDAN NEYÊ KIRIN, WÊ DAIŞ BIHÊZ BIBE

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlum Abdî ji Radyoya Dewletê ya Siwêd re axivî.

Abdî di hevpeyvîna taybet de bersiv dan pirsên rojnamevan Sîsîlua Ûdên..

Fermandarê QSD’ê anî ziman ku piştî têkçûyîna DAIŞ’ê, welatên cîhanê li hemberî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî bê deng mane û got, di pêvajoya jinûve avakirinê de jî bi qasî dihat xwestin, alîkarî nekirine û wiha dewam kir:

Kurd li Rojava bûn xwedî wê hîsê ku cîhan pişta xwe daye wan.

Mazlum Abdi bi bîr xist ku şerê îdeolojîk û çekdarî li gel DAIŞ’ê hê dewam dike. DAIŞ pirsgirêka hevpar a cîhanê. Ji ber vê şer û têkoşîna li dijî îdeolojiya wê di berjewendiyê her kesî de ye…

Fermandarê QSD’ê anî zimna ku ji bo civak ji bandora xerab a DAIŞ’ê were xelsakirin gelek xebatên wan hene û wiha got:

A girîng ew e ku em zarokan ji nava lepên wan rizgar bikin. Bi vê armancê li Bakur û Rojhilatê Sûrî 16 navendên taybet hatine avakirin.

Ev navendên rehabîlîtasyonê bi taybet ji bo zarok û girtiyan çêbûne. Lê pirsgirêka herêmê bi mirovên pispor heye.

Li gel vê li herêmê gelek aloziyên din jî hene. Weke mînak derfetên kar, xizmetên civakî, elektrîk û av..

Fermandarê QSD’ê herî dawî hişyarî da ku eger piştevaniya Kurdan neyê kirin, xeterî heye ku DAIŞ’ê bihêz bibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv