Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Martin Dolzer: ‘Dewleta Alman dixwaze di nava civakan de şer derkeve’

 

MARTIN DOLZER – ANALÎZ
“DEWLETA ALMAN DIXWAZE DI NAVA CIVAKAN DE ŞER DERKEVE”

Parlementerê Alman ê Partiya Çep Martîn Doltser, ji kovara Brî a Inglîzî re, derbarê siyaseta Almanyayê de analîzeke berfireh nivîsî.

Doltser endamê Delegasyona Navneteweyî ya ji bo Azadî û Aştiyê ye.

Wî berî du mehan ji bo dîplomasiyê berê xwe dabû Hewlêrê, lê bi biryara hikumeta Alman bi zor hatibû vegerandin.

Martîn Doltser, derbarê vê hewlesta hikumeta Alman de çend nirxandinan parve kirin.

Parlementerê Alman di destpêkê de berpirsyariya Almanya ya di pêkanîna qanûnên navnetewî de rave dike û dibêje:

“Di eslê xwe de, di çavdêrî û pêkanîna qanûnên navnetewî de dewleta Alman xwedî erkeke muhîm e.”

“Şerê artêşa Tirk ê li bakûrê Îraqê û Afrîna Rojava, qanûnên navnetewî bi her awayî binpê dike, lê dîsa jî rê li ber nayê girtin.”

“Berovajiya vê, hikumeta Alman piştgiriya van sûcan dike û bi ser de jî heyetên aşitiyê sûcdar dike.”

“Daxuyaniya emniyeta Alman ku dibêje ‘heyetên aşitiyê yên ji bo Kurdan, berjewendiyên dewleta Alman dixin xeteriyê’ vê rastiya ecêb baş rave dike.”

“Lê em bibîrbînin ku Almanya ji serdema jenosîda Ermeniyan de jî bi her awayî hêz, çek, aqil û koordinasyonê da dewleta Tirk.”

“Li Almanyayê jî dewlet dikare li gor qanûna sûcê ya xala 129-B’yê, bêyî sûceke nîşan bide, hemû Kurdên ku ji bo mafên demokrasiyê têdikoşin 5 salan di girtîgehê de bigre.”

“Weke hincet jî navê tevgera Kurd PKK’ê ya di lîsteya terorê de nîşan dide.”

“Li gor zanistan xala 129-B’yê, qanûn û destûra bingehîn ya welêt binpê dike.”

“Li aliyê din em bala xwe bidinê, dewleta Almanya çand û zimanê Kurdî jî qedexe û krîmînalîze dike.”

“Ji siyaseta 20 salên dawî yên dewleta Alman û bandora wê ya li ser Yekitiya Ewrûpa diyar dibe ku helwesteke tundrew û mîlîtarîst çawa tê kemilandin.”

Parlementerê Alman Martîn Doltser, gotinên xwe wiha bidawî dike:

“Xwestek ew e, Kurd û gelên din di nava hev da beş bibin û li dijî hev şer bikin.”

“Tenê tevgera Kurd û bi teybetî PKK li dijî vê siyaseta texrîbkar disekine. PKK jiyaneke xweser fêrî gelan dike.”

“Abdullah Ocalan nirxeke exlaqî, rêzgirtî û hizûra mirovan derxist pêş û ji ber vê yekê hikumeta Alman û dewletên mîna wê ji hebûna PKK’ê ditirsînin.”

“Lewma PKK heta niha li ser lîsteya reş hat hiştin. Lewma li Almanyayê qedexe ye dîmenên Ocalan werin hildan.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv