Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mamoste û aktîvîstan banga berdana girtiyên Behdînanê kirin

 

NERAZÎBÛNÊN LI DIJÎ GIRTINA ROJNAMEVANÊN BEHDÎNANÊ
MAMOSTE Û AKTÎVÎSTAN BANGA BERDANA GIRTIYAN KIRIN

16’ê Sibata 2021’an Dadgeha Ceza ya Hewlêrê derheqê 5 rojnameger û aktivîstan de 6 sal cezayê girtîgehê birî.

Piştî vê biryarê parêzeran serî li Dadgeha bilind a Temîzê dan.

Gelek caran rayedarên PDK’ê derbarê rojnamegeran de daxuyanî dan û ew wek sixurên dewletên derve sûçbar kirin.

6’ê Gulanê Dadgeha Temîzê li hemberî zextên PDK’ê berxwe neda û cezayên hatî birîn, erê kir.

Li dijî vê biryarê li Başûrê welêt nerazîbûn didomin..

Li navçeya Koye ya Hewlêrê mamosteyan li Parka Xuşke firîşke çalakî li dar xistin.

Parêzer Îsmaîl Qadir di çalakiyê de axivî.

Qadir îşaret pê kir ku biryar siyasî ye û bi armanca tirsandina azadîxwazan hatiye dayîn.

Li navçeya Kelar a Germiyanê jî li dijî biryara cezakirina rojnameger û aktîvîstên Behdînanê çalakiyek hebû.

Beşdaran dan zanîn ku ti eleqeya biryarê bi hiqûqê nîne û heta berdana wan peyama têkoşînê dan.

Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê jî gelek kes li hev civiya û bi daxuyanîiyekê banga berdana giriyan hat kirin.

Li vir jî çalakger Rêbaz Hesen axivî û got:

Girtiyên Behdînan ji bo azadî û li dijî dagirkeriyê bi wêrekî û eşkere fikra xwe anîn ziman.

Divê hikumeta Herêmê guh bide saziyên demokratik û demildest girtiyên Behdînanê serbest berde.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv