ENDAMÊ KOORDÎNASYONA CIVAKA ÊZIDÎ MAM BEŞÎR
LI ÇIYAYÊ ŞENGALÊ LI KÊLEKA HEVRÊYÊN XWE HAT VEŞARTIN
14’ê Kanûnê li Şengalê bi krîza dil şehîd bû.
Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Hasan Dûtar bi navê xwe yê di nava civaka Êzidî de tê naskirin Mam Beşîr.
Îro daxwaza wî ya dawî hat bicihanîn.
Ji aliyê hezaran kesî ve li çiyayê Şengalê bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin.
Di merasîmê de soza şopandina têkoşerî û kedkariya Mam Beşîr hat dayîn.