“ÊDÎ SEBRA ME NEMA YE”
MALBATA ŞENYAŞAR LI BER EDLIYA RIHAYÊ LI EDALETÊ DIGERE
Dayika Emîne tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê çalakiya rûniştinê da destpêkirin.
Wan xwest bi dozger re li ser dosyayê hevdîtinê bikin lê dozgerê hikûmeta tirk derî li rûyê wan girt.
Ferît Şenyaşar li ber edliyê got: Êdî sebra me nema ye.
Kesên komkujî pêkanîn serbest digerin. Ez bang li her kesê xwedî wijdan dikim ku xwedî li doza me derkevin.
Dayika Emîne jî got: Heta ku lawê min neyê berdan ez ê ji pêş edliyeyê neçim tu deran.