Li Welatê Baskê komekê dildarên ziman ku li dora saziyekê hatine cem hev, dixwazin bi tecrûbeya xwe ya têkoşîna zimanê destekê bidin kêmarên cîhanê.
Berpirsa Têkiliyên Derve ya saziya Garabîde ya herêma xweser a Baskê Maian Sorbîno Lopêz
bi riya Skype tevlî nûçeyên Cîhanê bû û berisva pirsên pêşkêşvan Berîvan Ayaz da. Maian qala xebatên saziya wan a alîkariya aktîvîstên ziman li gelek welatên bindest ên li cîhanê kir.