Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Makron êrîşên Dewleta Tirk dibe rojeva Neteweyên Yekbuyî

 

Serokomarê Fransayê piştî serdana xwe ya li Lubnanê, derbasî Iraqê bû.

Serdana Makron di demeke ku têkiliyên welat wî bi dewleta Tirk re di nava aloziyê de ne pêk hat.

Di vê navberê de Fransa wê dosya dewleta Tirk ji ber êrişkariya wê ya li Derya Spî û li Başûrê Kurdistanê dibe civîna konseya ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.

FRANSA LI ROJHILATA NAVÎN ÎNSÎYATÎF DIGIRE.  MACRON ÊRIŞKARIYA TIRK DIBE ROJEVA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Fransa bi pêşengiya serokomar Emmanuel Makron, têkildarî rojhilatê Derya Spî, Lîbya, Lubnan û başûrê Kurdistanê dest bi dîplomasiyeke aktîf kir.

Macron ku di demên dawî bi helwesteke biryardar li dijî êrişkariya dewleta tirk derdiveke, girêdayî mijarê danûstandinên xwe berfireh dike.

Ji aliyekî ve zextê li Yekîtiya Ewrûpa û NATOyê dike da ku li himberî dewleta tirk bibin xwedî helwest, ji aliyekî din jî li rojhilata navîn dest bi sefereke dîplomasiyê kir.

Macron ku li herêmê li gel Yûnanistan, Misir, Emîrat û Qibrisê êniya li dijî dewleta tirk fireh dike, niha dixwaze êrişkariya dewleta tirk a li başûrê Kurdisanê bibe qada navneteweyî.

Serokomarê Fransayê, piştî serdana xwe ya Libnanê, derbasî paytexta Iraqê Bexdayê bû.

Macron li Bexdayê wê li gel rayedarên vî welatî rêzek hevdîtinan pêk bîne.

Di hevdîtinan de tê payîn li gel pirsgirêkên ewlekariyê yên li Iraqê, destwerdanên dewleta tirk ên li başûrê Kurdistan, Libya û Derya Spî jî bên nirxandin.

Macron beriya derbasî Bexdayê bibe, li Beyrûdê jî bal kişand girîngiya serweriya Iraqê û mafê wê yê xweparastina li himberî destwerdanên derve.

Macron li vir bi awayekî îndîrekt diyar kir, ewê li gel Neteweyên Yekbûyî êrişên dewleta tirk ên li başûrê Kurdistan û deverên din jî guftugo bikin.

Li gorî nûçeyên ji herêmê tên, ev demeke siyasetên êrişkar ên dewleta tirk, li ser xaka Iraqê ji tehdîtên DAIŞê bixeteretir tên dîtin.

Bi taybetî, bombebaranên dewleta tirk li başûrê Kurdistanê, her diçe zêdetir serweriya Iraqê dixin xetereyê.

Wezîra parastinê ya Fransayê Florence Parly jî di serdana xwe ya Bexda û Hewlêrê ya heftiya borî de, behsa êrişkariya dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê kiribû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv