Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Lixwemikurhatinên Sedat Peker: Zincîra çete, mafya, kujer û bazirganiya narkotîkê

 

LIXWEMUKIRHATINÊN SEDAT PEKER
ZINCÎRA ÇETE, MAFYA, KUJER Û BAZIRGANIYA NARKOTÎKÊ

Ji serkêşên Mafya tirk Sedat Peker ev demekiye bi vîdeyoên xwe, rojeva Tirkiyê serûbin kiriye.

Ji ber nakokiyên di nava hukumeta AKPê de, Peker vê gavê tenê sûçên hin kesên di nava hukumetê de eşkere dike, lê xwe weke alîgirê Erdogan nîşan dide.

Heta niha di hedefa wî de wezirê Karê hunur Soleyman Soylu û Mehmet Agar hene.

Peker tiştekî nû nabêje, sûç û cînayetên ku çapemeniya kurd ev salane eşkere dike, tenê qismekî wan piştrast dike.

Edî eşkere bûye ku Dewleta tirk bi xwe bûye dewletek sûç û mafya.

Salên 90’î bi bilindûna têkoşîna azadiya Kurdistanê re, li Tirkiyê têgeha dewleta kûr ket rojevê…

Ev pergala ku ji desthilatdarî artêş, Mît û Jîtemê pêk dihat ji kuştina Kurdan bigrin, heta bûyerên revandin, mafya, çetetî û bazirganiya narkotî, destê wan di hemû bûyerên tarî de hebû..

Bi taybet ev pergala qirêj di serdema Tansû Çîler, Dogan Gureş û Mehmet Agar moha xwe li gelek bûyeran da..

Piştî bêtirî 10 salan ji xebatên vê dewleta kûr, bi hatina desthilatdariya AKP’ê re civak bi wê yekê bawer kir ku êdî wê dawî li vê tevna mafya û çeteyan were..

Û bi demê re ev desthilatdariya ku gav bi gav ber bi rêjîma totalîter ve diçû, ji bo dirêjkirina temenê xwe, rêbazên salên 90’î weke rêya xelasiyê ji bo xwe dît..

Lê ferqa di navbera AKP û pergala salên 90’î ew bû ku Erdogan û ekîba li derodrê hê veşartî û bi awayekî hosta tevdigeriyan..

Wisa lê hat ku tenê dema nakokiyên nexweyî di nava vê ekîbê de rû dida an jî veqetîn çêdibûn, civaka ji rastiya wan agahdar dibûn..

Weke mîna pêvajoya piştî cûdabûna Abdullah Gul, Ahmet Davutoglu û Alî Babacan…

Û paşê jî ji ber kûrbûna nakokiyên bazirganiyê, êdî rûyê wan ên dewleta kûr hê zelaltir eşkere bû.

Herî dawî kesê binavê Sedat Peker ku weke lîderê rêxistina sûç tê naskirin û yek ji piştevaniya rêjîma Erdogan û Behçelî bû, dest bi deşîfrekirina karên tarî yên vê ekîbê kir..

Sedema vê yekê jî ne ew e ku Peker li hin karên hatine kirin poşman bûye..

Lê belê piştî pê hisiya ku wezîrê Karê hundur Suleyman Soylu sozên dabûne wî bicih neanîne û êdî ferq kir ku jiyana wî li derve di nava metirsiyê de ye, dest bi deşîfrekirinê kir.

Û ji 2’ê Gulanê ve bi rêya dîmenan, xal bi xal behsa tevna çeteyên di nava rêjîma dewletê de dike…

Hedefa pêşî ya Peker, wezîrê karê hundur Suleyman Soylu bû..

Lê bê demê re yek bi yek navê ekîba li derdora wî jî eşkere kir..

Heta niha ji axaftinên wî diyar dike ku hê jî hiviya xwe bi serok-komarê Tirk Erdogan ve girêda ye..

Lewa di her gotinê de pesnê Erdogan dide û xwe weke dilsozî wî nîşan dide..

Xeleka 7’an a lixwemukirhatinên Sedat Peker li ser tevna civakî hate belavkirin..

Û careke din pêwendiyên di navbera siyaset, dewleta kûr û mafyayê de raxist ber çavan…

Cûdabûna di navbera axaftinên niha û yên berê de ew bû ku cara pêşî Sedar Peker mirovê herî nêzî Erdogan xist nava lîsteya sûcdar û bazirganinên narkotîkê de..

Ew jî serokwezîrê berê Bînalî Yildirim bû..

Peker destpêkê careke din pêwendiya Soyleman Soylu û Fetullah Gulen bi bîr xist û eşkere gef lê xwarin ku di rojên pêşî de ew ji her alî ve rûyê wî yê rast eşkere bike..

Dîsa anî ziman ku kujerê rojnamenav Ugur Mumcu, Mehmet Agar bixwe ye..

Bi çend gotinan be jî Peker li wê yekê mukir hat ku bi fermana Agar, karsazên Kurd dihatin kuştin.

Lîderê rêxistina sûc paşê axaftina xwe anî ser xebatên bazirganiya narkotîkê.

Û di vî warî de kurê Bînalî Yildirm, Erkan Yildirim weke rêveberê vî karî nîşan da..

Peker eşkere kir ku Erkan Yildirim ê xwediyê bi dehan keştî, beriya demekê ji bo bazirganiya narkotîkê çûye serdana Venezuellayê û wiha dewam kir:

Berê kokaîn di ser Kolombiyayê re dihat. Piştî ku Hezîrana par derdora 5 tonan hate girtin, rêya vê bazirganiyê hate guhertin.

Ji bo vê kurê Binalî Yildirim, Erkam Yildirim çileyê Îsal çû Venezulla û 4 rojan li wir ma..

Bi heman armancê Erkan Yildirim gelek caran çûye serdana Qibrisê û li wir tevî kesê binavê Halîk Falyali ev xebat kordîne dike..

Di vî warî de ji xwe dostaniya Erkam Yildirim û Suleyman Soylu tê zanîn..

Peker herî dawî hişyarî da ku eger zextên li hemberî wî dewam bikin, ew ê di rojên pêşî de asta herî bilind a sûcên Soylu û kesên derdora wî eşkere bike..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv