LINDSEY GERMAN:
ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK SUCÊ MIROVAHÎNE
!!TENÊ DIMENÊ LINDSEY ZEHMET NEBE
Lindsey German (Lindsey Cormin) yek ji endamên damezrîner ê koalîsyona şer rawestîne ye.
Lindsey German ji Medya haber re axivî, êrişên herî dawî yên dewlet Tirk li ser mexmûr, Şengal û Rojava şermezar kir û got:
Tirkiye ji bo muttefîkên xwe çavkaniya şermê ye.
Divê di qada navnetewî de bertek li hemberî êrişên hewayî ya Tirk were nîşandan.
Mexmur wargeheke penaberan e û jiyana însanên li vê wargehê di rewşa heyî de ji ber şeran bandor bûye.
Li Mexmurê însan ji bo mafên xwe û ji bo edaletê têkoşînê didin.
Derbarê êrişên li ser Şengalê û xelkê Êzidî de jî Lindsey German vê nirxandinê dike.
Em pir vekirî dibînin ku dewleta Tirk şerê xwe li dijî Kurd û Êzîdiyan bênavber didomîne.
Tirkiyê wargehên penaberan bombe dike, bombe kirina gundan, nexweşxaneyan berdewam dike.
Kiryarên dewleta Tirk teqez nayên qebûl kirin.
Dewleta Tirk ne li gor huquqa navnetewî ne jî li gor hevpeymanên mafê mirovan tevnagere.
Emê tu caran kiryarên dewleta Tirk û bombebarankirina sivîlan bi ti awayî qebûl nekin.
Niha li cîhanê her diçe şer zêde dibin.
Mijara Ukranya jî di rojevê de ye û em ji şerek bi wî rengî re qet ne amade ne.
LINDSEY GERMAN:
DIVÊ TIRKIYE PIR TÛND WERE ŞERMEZAR KIRIN
Endama damezrîner a a koalisyona şer rawestîne Lindsey German derbarê sûcên dewleta Tirk axavtina xwe wiha domand.
Bombebarana bênavber a dewleta Tirk û sucên wî ya şer berdewam dikin.
Ew tê wateya binpêkirina edaletê, divê em sucên dewleta Tirk bi zimanek herî giran di qada navnetewî de şermezar bikin.
Di paşerojê me gelek sucên dewleta Tirk eşkere kir û şermezar kir.
Lê belê bi taybet ev êrişên dawî sucê mirovahî ne û diyar dike ku şerê dewleta Tirk li dijî gelê Kurd hîn berdewam dike.
Lewma divê Tirkiye bi rengekî herî tûnd were şermezar kirin.