Yek ji endamên Lijneya Asayîşa Iraqê yê bi navê Bedir Ziyadî têkildarê planên Tirkiyeyê daxuyaniyek da çapemeniyê û got, “Li gorî rapora me ya dawî 70 baregehên leşkerî û nuqteyên çavdêrî yên Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê hene. Plana wê heye bi dehan hezar leşkeran li wan baregehan bi cih bike.”
Ziyadî ku li parlementa Iraqê daxuyanî da çapemeniyê got: “Tirkiye plan dike li baregeh û nuqteyên çavdêriyê yên li ser sînorê Herêma Kurdistanê 20 hezar leşkeran bi cih bike.”
Bedir Ziyadî her wiha diyar kir ku pêşî li êrîş û wê plana Tirkiyeyê girtin karekî hêsan nîne û pêwîste Hikumeta Iraqê xwedî helwestek cidî be.