Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

Li Zap, Avaşîn û Metîna şer giran e

 

LI ZAP, AVAŞÎN Û METÎNA ŞERÊ GIRAN
GERÎLA BI PÊNGAVÊN ŞOREŞGERÎ LI DAGIRKERAN DIXE

Li herêmên Zap, Avaşîn, Metîna, Xakurkê û Heftanînê gerîla li dijî dagirkeriya Tirk di şerekî giran de ye.

Ji 23’yê Nîsanê ve artêşa dewleta Tirk a dagirker, tevî bikaranîna tevahiya derfetên xwe yên şer û teknîka pêşketî li hemberî berxwedana gerîlayan ti encamê bi dest naxe.

Nîşaneyên herî dawî yên vê berxwedanê di daxuyaniya doh ya HPG’ê de xwe dan der.

Li gelek qadên, Zap, Avaşîn û Metîna gerîlayan bi rêzeçalakiyên pêngavên şoreşgerî li dagirkeran dan.

Gerîlayên YJA-Starê 25’ê Gulanê li Girên Şehîd Dilgeş û Konferansê yên Avaşînê du caran dagirker kirin hedef.

Di çalakiyan de eskerekî Tirk hat kuştin.

Dîsa 25’ê Gulanê li Kela Mamreşo, Girê Şehîd Zêrîn ên Avaşînê çalakiyên gerîlayan hebûn.

Artêşa Tirk di van çalakiyan de kuştî û birîndar dan lê hejmara wan nehat zelalkirin.

Li Zapê jî gerîlayan 26’ê Gulanê bi çalakiyeke sekvanî eskerên Tirk ên li ser Girê Şehîd Mervan kirin hedef û dagirkerek hat kuştin.

Çalakiya herî berfireh jî 25ê Gulanê li Metîna pêk hat.

Gerîlayan li qelaçên Girê Koordîne yê di navbera Girên Zendûra û Kuroşîno de dagirker kirin hedef.

Ji 3 milan ve çalakiyeke koordînekirî hat lidarxistin.

Her sê milên çalakiyê jî bi bandor li dagirkeran dan, 7 eskerên Tirk hatin kuştin, kamerayeke mobesse hat îmhakirin û çeperek hat rûxandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv